Xewna dayikê bû rastî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 12 Gulan 2022 - 21:03

  • Dema ku mirov xwedî meraq be, temen çiqasî mezin be jî li pêşiya zanabûnê nabe astengî û mînaka vê yekê jî Emîne Omer a 56 salî ye. Ruxmî temenê xwe yê mezin, bi coşeke mezin hînî zimanê dayikê dibe.

Dema ku mirov xwedî meraq be, temen çiqasî mezin be jî li pêşiya zanabûnê nabe astengî û mînaka vê yekê jî Emîne Omer a 56 salî ye. Ruxmî temenê xwe yê mezin, bi coşeke mezin hînî zimanê dayikê dibe. Xeyala Emîne ew bû ku bi zimanê Kurdî fêr bibe, di encamê de xeyala xwe pêk anî. Niha du zarokên xwe jî gihandin zanîngehan û dema şoreş çêbû tevli zarokên xwe hînî zimanê Kurdî jî bû. Her wiha cihê xwe di komîna Şehîd Gulê Selmo ya taxa Xerbî de digire.

Emîne Omer li ser xwendina xwe ya Kurdî dibêje: “Pirr kes dibêjin, dema ku mirov navsere be, zehmet e ku fêrî xwendinê bibe, lê ez dibînim ev tişt şaş e dema ku îrade, mereq û hezkirin ji bo zimanê dayikê hebe ne temen û ne jî tiştên din dibin asteng. Ziman bingeh û nasnameya mirovan e, ji ber wê divê her Kurd fêrî zimanê xwe bibe.”

‘Bi saya şoreşê em vî zimanî nas dikin’

Emîne Omer wiha behsa rola Şoreşa Rojava di naskirina ziman de dike: “Li kêleka me Ereb jî bi zimanê Kurdî dixwînin, çima em Kurd bi zimanê xwe nexwînin. Zimanê me yê dapîr û bapîrên me ye, divê em ji ber vê yekê bi zimanê xwe bixwînin û xwe winda nekin. Derfeta me tinebû em bixwînin, lê niha bi saya şoreşê em bi zimanê xwe dixwînin. Me bi riya rêxistinê zimanê xwe nas kir. Bi fikra Rêber Abdullah Ocalan em gihîştin vê astê û ev yek bû sedem ku jin û cîhan hemû zana bibin.

Keç û kurekî min hene. Kurê min 33 salî ye wî zanîngeh qedandiye, keça min jî zanîngeh bi dawî kiriye. Keça min bi Kurdî xwendiye û li Efrînê mamoste bû, niha jî li nexweşxeneyê dixebite. Daxwaza min ji dayikan ew e ku hînî zimanê Kurdî bibin. Ji bo ku zarok ji çand û zimanê xwe dûr nekevin. Divê her dayik bi zimanê xwe zarokên xwe baş fêr bike. Zimanê ku herî zêde siberoja wî heye, Kurdî ye.”

JÎNHA/HELEB 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.