Xêr û bêra Hunergeha Welat

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 9 Çile 2023 - 04:10

  • Hunergeha Welat di çarçoveya xebatên xwe yên zindîkirin û bipêşxistina mîrasa herêmê de, zêdetirî 275 stranan tomar kirin û ji bo 49´an ji wan jî klîp çêkirin. Hunergeh niha jî haziriyên vekirina beşekî taybet ji bo hunerê zarokan dike.

SOLÎN EHMÊ/ANHA/QAMIŞLO

 

Hunergeha Şehîd Welat, li ser daxwaza şehîd Welat di Tîrmeha 2014′an de hate vekirin. Şehîd Welat endamê rêveber ê Tevgera Çand û Huner bû û di dawiya 2013′yan de di êrişên çeteyên Cebhet El Nusra ên li dijî herêmê de şehîd bûbû. Ji bo bibîranîna Şehîd Welat û bicihanîna daxwaza wî, hunergeh bi navê wî hat vekirin.

Hunergeha Welat li ser asta Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebite û bi beşdariya hunermendên herêmê stranên şoreşgerî, folklorî û neteweyî û klîpan çêdike.

Hunergeha Welat bi armanca zindîkirina berhemên hunermendên Kurd ên kevn ên navdar ên ku rola wan di parastina mûzîka Kurdî de muhim e, her wiha ji bo belgekirina dîroka huner, reseniya Kurdî û zindîkirina stranên şoreşgerî û folklorîk ên kevn, hat damezirandin.

Endamê Hunergeha Welat, Delîl Mîrsaz got, "Rojava, parçeyê piçûk ê Kurdistanê ye, lê di aliyê hunerê şoreşgerî de li gorî parçeyên din pirr li pêş e. Ji salên 80′yî yên sedsala bihurî ve bi sedan stranên şoreşgerî hatin çêkirin. Niha jî em li hunergehê hewl didin wan stranan bi dengê hunermendên Kurd ên Rojava vejînin û li gorî rewşa gelê herêmê stranên nû tomar bikin."

 

Êrişên qirkirinê teşhîr kirin

Li gorî Mîrsaz, ji ber rewşên ku Kurdistan di wan re derbas bûye, û qonaxên veguhastina huner ji nifşekî ber bi nifşê din ve, heta astekê dûrketineke ji hunerê resen û mîrasî çêbûye.

Têkildarî dîroka hunerê Kurdî li Rojava, Mîrsaz dibêje, "Rojava, bi taybetî Kobanê, Efrîn û Cizîrê xwedî bingeh û hêmanê mûzîkê yên kevn in. Gelek hunermend derketin, jiyana xwe xistin xizmeta bipêşxistina hunerê Kurdî û parastina resentiya wî û bi berhemên xwe mohra xwe li hunerê Kurdî dan. Lê di 5 salên bihurî de, hewldanên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a dagirker hebûn."

Hunergeha Welat bi berhemên xwe resenî û mîrasa pêkhateyên herêmê, şoreş û berxwedana gel, jiyana hevbeş hemû derxistin pêş. Her wiha êrişên qirkirinê yên li dijî Kurdan teşhîr kirin.

 

Bi hev re astengiyan ji holê radikin

Piştî damezrandina hunergehê bi demekê, xebatkarên hunergehê biryar da ku çalakiya xwe ya hunerî fereh bikin, da ku bi awayekî guncaw bi qonaxên şoreşê re bimeşin û pergala xwe ya hunerî û teknîkî bi pêş bixin. Li ser vê yekê dewreyên perwerdê yên pisportiya hunerî û teknîkî ji endamên xwe re vekirin.

Endamê Hunergeha Welat ê mamosteyê mûzîkê, Serxwebûn Zeyno dibêje, ʹʹDi destpêka vekirina dewreyên perwerdeyê de gelek astengî derketin pêşiya me, ji ber ku pergala hunergehê ji bo me gaveke nû bû. Lê bi demê re û bi israr û dilsoziya me ya bi huner re, me bi hev re ev astengî li pey xwe hiştin.”

 

Hunergeh xeyalên xelkê bi cih tîne

Li Hunergeha Welat, perwerde li ser bingeh û rêgezên hunerê demokratîk tê kirin, yanî Rêber Ocalan bingeh pêşniyaz kiriye. Serxwebûn Zeyno dibêje, "Em hewl didin li gorî hunerê rasteqîn û yê resen a ku xwe dispêre neteweya demokratîk kesayetên hunerî ava bikin. Em hewl didin di xebatên xwe hemûyan de, ji naverok, belavkirin, şêwe û armancê cuda bin. Em hunerekî xwedî hîmekî fikrî yê li gorî bingehên fikrê neteweya demokratîk, dişopînin. Ji ber bûyerên li herêmên me, ji me tê xwestin ku em xebateke mezintir bimeşînin û li gorî pêvajoyê kar bikin."

Xwendekarê bi navê Yûsif Osman (21) balê dibe ser gavên xwe yên hunerî û dibêje, "Min xeyal dikir ku beşdarî nava xebatên warê hunerî bibin. Di Hunergeha Welat de xeyala min bi cih hat û pirr berfereh bû. Hezkirin tenê têra serketinê nake. Lê belê israr û kedeke mezin divê. Ji bo avakirina kesayeteke hunerî ya rasteqîn, Hunergeha Welat cihekî guncaw e."

 

Hunergeh Jji bo zarokan 

Li Hunergeha Welat beşên tomarkirinê, teknîk (dîmen û montaj) û beşa deng hene. Di heman demê de amadekarî tên kirin da ku îsal beşa taybet bi hunerê zarokan were vekirin.

Endamê rêveber ê Hunergeha Welat Comerd Hesen dibêje, ew hewl didin çalakiyên xwe berfereh bikin da ku karibin rewşa gel, berxwedan û şoreşa wî îfade bikin, her wiha stranên folklorîk ên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemûyan nîşan bidin. Hesen Dibêje; "Cudahiya hunergehê ew e ku stranên resen ên Kurdî û yên pêkhateyên din ên herêmê tomar dike û ew ê heta dawiyê çalakiya xwe dewam bike."

 

275 berhemên hunerî

Hunergeha Welat ji destpêkê ve, zêdetirî 275 berhemên hunerî amade kirine û di nava wan de 49 klîpên wekî; Serêkaniyê û Avaşîn, Hey Zapê, Xurfanî, Serhildan, Şervano, Nazê Nêrgiza Hewşê, Keziyên Tolê, Zeriyên Şeşdaran, Serok û Şêladizê jî hene.

Klîpên ʹʹAwazên Windaʹʹ, ʹʹKul El Helaʹʹ û ʹʹRêwanê Resenʹʹ jî terzê jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de nîşan didin û çand û hunerê her pêkhateyê nîşan didin.

Hunergehê 4 dîmenên govendên folklorîk ên pêkhateyên Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û 54 xelekên perwerdeya wênegiriyê bi zimanê Kurdî tomar kirine. Ev berhem dê di demeke nêzîk de werin weşandin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.