Zozanên Bozî Sîna li çiyayê Dalanper ê li sêgoşeya Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, bi dîmenên xwe yên xweş û balkêş bala geştiyaran dibe ser xwe.
Tîma Rojnewsê berê xwe da zozanên bedew ên Bozî Sîna û Çiyaye Dalanper.
Zozanê Bozî Sîna ku ji aliyê Bakur ve nêzî bajarokê Şemzînane, ji aliyê Rojhilat ve Mergewer û ji aliyê Başûr ve jî dikeve nav çiyayê Xakurkê, di her çar demsalan de belekiyên berfê lê hene.
Zozanê Bozî Sîna ya bi belekiyên berfê, gol û kaniyên xwe yên avê xemiliye, bala geştiyaran dibe ser xwe. Di van rojan de ku li her derê Başûrê Kurdistanê germahî zêde ye, gelek kes ji bo xwedîkirina lawirên xwe û gelek kes jî ji bo derbaskirina demeke xweş, berê xwe didin Zozanê Bozî Sîna li çiyayê Dalanperê.
ROJNEWS/MERGEWER