Xelkê Sûrî divê çareser bike
Şemî 14 Çile 2023 - 01:07
- Salih Muslim: Em PYD û Rêveberiya Xweser, biryara me di destê me de ye. Em li gorî fermana kesî tevnegeriyan. Ji bo me çi pêwîst be em wê dikin, lê me yên li hemberî xwe di vê astê de xwedî îrade nedît.
Analîza Yehya El-Hebîb ya di Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de li ser nêzîkbûna di navbera Şam û Enqere de balê dibe ser tehlûkeyên ji sînorên Sûriyê û wêde diçin. Hevserokê PYD´ê Salih Muslim ji ANF´ê re peyiviye û dibêje, meseleya Sûriyê tenê bi xelkê Sûriyê çareser dibe û divê yên çareser bikin jî azad bibin. Yanî ew jî balê dibe ser destwerdanên ji derve û tehlûkeyan wan. Ev balbirin ne hema belesebeb in. Gava em berê xwe didin çapemeniya navneteweyî û cîhana Ereb, em dibînin ku gelek hesabên li ser Sûrî hene û niha dosyaya Sûriyê dikeve qonaxe nû ya alozî yan jî çareseriyê. Nûçeyên hevdîtinên di navbera aliyan de jî jixwe vê qebûlê xurt dikin.
Alozî û krîzan zor da hikûmetan
Li gorî Yehya El-Hebîb, krîzên aborî û siyasî yên Şam û Enqerê kirin ku ew nêzî hev bibin. Bi ya wî pîlana bi navbeynkariya Rûsyayê ji Sûriyê jî û ji bo Rojhilata Navîn jî tehlûke ye. Tevî vê jî ew îhtîmala serketina pîlanê jî kêm dibîne.
Ew dibêje, Tirkiye dixwaze komên ser bi El-Qaîdeyê bi Şamê re li hev bikin, eynî weke li Derayê. Hevdîtineke bi fermandarê lîwayê 8`an Ehmed El Ewde yê li Derayê di Cotmeha par de weke delîla vê hewldanê dibîne.
Li gorî vê analîzê, ji ber dewleta Tirk dev ji dagirkeriya xwe wê bernede, ev pîlan wê neçe serî. Jixwe hewldana Rûsya ya normalîzekirina têkiliyên Sûriyê bi dewletên Ereb ên Kendavê re jî hewldaneke zehmet xuya dike. Dewletên Kendavê weke şert vekişîna Îranê ji Sûrî datînin ber Rûsya û Şamê.
Jixwe aciziya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji pîlanê weke hêmanekî din ji bo bibinketina wê tê nirxandin. Jixwe hebûna Îranê, bombebaranên Îsraîl û DYE´yê jî li Sûrî zêde kirine.
Dev ji armanca dagirkeriyê bernade
Yehya El-Hebîb armanca Rûsan a dûrklirina Enqerê ji NATO´yê jî bi bîr dixe û dibêje, nêzîkbûna Enqere û Moskovê wê li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê be. Weke encam ew dibêje, “Bi demê re Tirkiye û Îran dê Sûriyê kontrol bikin. Dê komên cîhadî û komên alîgirên Îranê li ser herêmê bi giştî xeter bin.
Tirkiye ti tawîzan nade û tenê dixwaze propagandaya vê lihevkirina bi Şamê re bike ku tê de behsa vegera penabaran tê kirin. Dixwaze wê di hilbjiartinan de bi kar bîne. Îhtîmaleke mezin heye ku Erdogan piştî hilbijartinan dev jê berde.
Ev nêzîkbûn dê negihêje serî, li gelek herêmên Sûriyê banga azadî û rûmetê ji Bakur û Rojilatê Sûriyê heta Dera û Siweydayê dê were kirin û vê hikumeta Şamê û alîgirên wê tirsandiye.”
'Zewicandina bi zorê'
Hevserokê PYD´ê Salih Muslim ji ANF´ê bi Nûjiyan Adar û Mustafa Çoban re peyiviye. Muslim dibêje, hewldana Rûsyayê ya ji bo 'zewicandina bi zorê' ya Enqere-Şamê dewam dike û li Rihayê jî MÎT 'Sûriyeyiyên bikêrnehatî' kom dike. Bi ya Muslim, ev gavên hanê wê xisarên nû li Sûriyeyê bikin û wê encamê jî bi xwe re neînin.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji bo nêzîkbûna Şam û Enqerê ya ku ew weke zewaca bi zorê bi nav dike dibêje, “Di halê hazir de li gorî pêwîstiya Rûsyayê û hilbijartinên li Tirkiyeyê hewl tê dayin ku Erdogan û Esad di nava heman dîmenî de bêne nîşandan. Bi dîtina min ev yek wê bi kêr neyê. Tiştekî şaş e. Me êrişên 19-20'ê Mijdarê dîtin. Li vê derê tevî binesaziyê, her wiha êriş birin ser deverên ku DAIŞ’î lê ragirtî ne. Êriş birin ser kampan, ji bo DAIŞ'iyan serbest berde her tişt kirin. Van hewldanan cîhan ser û bin kir. Her kesî ev dît. 8 hevalên me li Holê şehîd bûn. Cîhan li ber vê rabû."
Salih Muslim di pêvajoyeke welê de hevdîtinên bi hin eşîrên Sûrî re wiha nirxandin: "Hinek li wir kom bûn. Ew eşîr nînin, ew mirov in ku wê ji vê rewşê sûdê wergirin. Ti carî eşîran temsîl nakin. Ev ne gaveke nû ye. 4-5 sal in hewldanên bi vî rengî hene. Armanca wan tevlîhevkirina vê derê ye. Eşîrên li vê derê parçeyek, hevparek ji vê sîstemê ne. Hem di nava rêveberiyê de hene hem jî di nava şer de hene. Me ev yek di pratîka 10 salan de dît. Komkirina çend kesên beredayî bi kêrî kesî nayê. Ev hewldaneke nû nîne. Ji bo sextekariyê ye. Encamekê bi xwe re naîne. 5-6 sal in em van kiryaran dibînin. Heta niha encam bi xwe re neanî, ji niha û pê ve jî wê bi xwe re naîne. Herî zêde hin Ereb, hin kesên li Rihayê dikarin tevlî bibin. Ev yek organîzeya MÎT'ê ye. Bi dîtina min wê bêencam bimîne, ji ber ku li qadê nînin. Kes guh nade wan. Her kes zane bê wan çawa xwe firotiye. Gelek ji wan jî poşman bûne, vegeriyane. Yên mayî wê bi kêrî tiştekî neyên. Civîna yên bêkêr e.”
Divê Sûreiye azad be
Salih Muslim ji bo çareseriyê jî got, divê xelkê Sûriyê biryarê bide û Sûriye jî azad be: “Lewma heger Sûriyeyî azad nebe, çareserî jî nabe. Di fikir û biryara xwe de divê teqez azad be. Me ji her kesî re got, em dibêjin; ji bo jiyaneke bi hev re çi pêwîst be em wê bikin. Ne bi fermana Erdogan, Beşar Esad, Emerîka yan jî Rûsyayê, ya ji me re pêwîst çi be, werin em bi hev re bikin.
Em PYD û Rêveberiya Xweser, biryara me di destê me de ye. Em li gorî fermana kesî tevnegeriyan. Ji bo me çi pêwîst be em wê dikin, lê me yên li hemberî xwe di vê astê de xwedî îrade nedît.”