• Pêr bi şev xelatên Oscarê yên filman cara 94’an hatin dayîn. Merasima Oscarê li Dolby Theatreyê hate lidarxistin. 

Pêr bi şev xelatên Oscarê yên filman cara 94’an hatin dayîn. Merasima Oscarê li Dolby Theatreyê hate lidarxistin. 

Filma “Coda” ya ku derhêneriya wî Sian Heder dike, xelata filma herî baş wergirt. Derhêner Jan Campion jî bi filma xwe ya “The Power of The Dog” xelata baştirîn derhênerî wergirt.

Li hêla din Sir Kenneth Branagh jî bi çîroka otobiyografîk a bi navê "Belfast" xelata senaryoya herî resen wergirt. Di beşa “Baştirîn Senaryoya Lêanînê” de filma "CODA" hêjayî Oscarê hate dîtin. Xelata baştirîn filma navneteweyî jî dan filma Japonî ya bi navê "Drive My Car". 

Will Smith bi perfmormansa xwe ya di filma “King Richard” de xelata baştirîn aktorî wergirt. Jessica Chastain jî bi rola xwe ya di filma “The Eyes Tammy Faye” de xelata baştirîn aktirîstê wergirt. 

Şeqamê da pêşiya xelatan

Di dema xelatdayînê de bûyerekê jî rûda ku ji xelatan bêhtir di çapemeniyê de cihê xwe girt. Gava ku komediyen Chris Rock li ser dikê henek dikirin, Will Smith ji cihê xwe rabû û şeqameke bi şid li nav guhê Chris Rock xist. Christ Rock di nava heneka xwe de navê hevjîna Will Smith, Jada Smith hilda û henekê xwe bi kurrkirina porê wê kir. Jada Smith bi xwe ji ber nexweşiyê porê xwe kurr kiribû. Will Smith piştî ku şeqama hişk daweşand li cihê xwe rûniût û bi dengê bilind du caran got, “tu navê hevjîna min nebe ber wî devê xwe yê lanet”. Chris Rock bi xwe performansa xwe xera nekir. Piştî ku got, “Will şeqameke hişk daweşande min” bi heneka “Ev bû kêliya herî xweş a televezyonan” û xelkê li holê kenand. Piştî vê bûyerê, gelek kesan şideta li ser dikê rûreş kir.  

NAVENDA NÛÇEYAN