Xelata herî xweş a 21’ê Sibatê

Nûçeyên Çand/Huner

În 19 Sibat 2021 - 01:32

  • Sîpan Haco: Me berê li ser naverok û rêbazê nîqaş kirin. Ne karekî hêsan e. Me hevalên xwedî tecrûbe û pispor hilbijartin. Niha 5-6 mamosteyên me yên xwedî tecrûbe ku karibin dersê bidin zarokan, hene.

Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê, bi minasebeta 21’e Sibatê Roja Ziman a Cîhanê ji bo zarokên 4-6 û 7-10 salî dest bi kursên Kurdî dike. Hîndekar Sîpan Haco, anî ziman ku elaqeyeke mezin li hemberî Kursên Kurdî heye û got: “Girîng e ku zarok bi zimanê dayikê perwerde bibin.” 
Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), di 17’ê mijdara 1999’an de ji bo Roja Ziman a Cîhanê biryar da û 21’ê Sibata 2000’an Roja Ziman a Cîhanê îlan kir. Piştî vê îlanê Kurd û gelek miletên din roja 21’ê Sibatê pîroz dikin û çalakiyan li dar dixin. Ji ber ku Kurdî ne zimanê fermî û perwerdehiyê ye, her sal Kurd ji bo daxwaza mafê ziman, çalakiyan li dar dixin. Kurd dixwazin bi taybetî bi zimanê xwe perwerde bibin û zimanê wan wekî zimanê fermî bê qebûlkirin. Bi vê minasebetê, Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê, îsal di roja 21’ê Sibatê de ji bo zarokan dest bi Kursên Kurdî dike. Kurs dê 14 hefteyan bidomin. Kurs wê ji bo zaravayê Kurmancî bin. Kurs wê ji bo du komên cihê bên dayîn. Di koma ewil de zarokên 4 ta 6 salî wê hebin. Di koma diduyan de jî zarokên 7 ta 10 salî wê hebin. Ders wê roja Yekşemê (21’ê Sibatê) saet di 11.00 û 12.10’an de bi rêya bernameya zoomê ya înternetê bên dayîn. 
 
Ders ji ber şewbê online in
Rêveberê komeleyê û hindekarê Kurdî, Sîpan Haco têkildarî armanca kursê axivî. Haco got, zimanê zikmakî li ser bipêşketin û fêmkirina zarokan pirr girîng e: “Me heta niha gelek caran perwerde da zarokan. Em di 21’ê Sibatê de ji bo zarokan dest bi kurseke nû dikin. Me amadekariyên xwe temam kirin. Ji ber nexweşiya şewbê Covid 19’ê, em nikarin rû bi rû dersan bidin zarokan. Em neçar in bi rêya înternetê bi awayekî onlîne dersan bidin zarokan.” 
 
Bi 5-6 mamosteyan

Haco, anî ziman ku perwerdekirina zarokan  zor e û ji ber vê yekê hîndekarên pispor lazim in. Haco got, wan amadekariyên xwe kirine: “Beriya em di 21’ê Sibatê de polên xwe vekin, me hemû amadekariyên xwe kirine. Me berê li ser naverok û rêbazê nîqaş kirin. Ne karekî hêsan e. Me hevalên xwedî tecrûbe û pispor hilbijartin. Me gelek civîn li dar xistin û amadekarî kirin. Niha 5-6 mamosteyên me yên xwedî tecrûbe ku karibin dersê bidin zarokan, hene. Elaqeyek pir mezin ji bo Kursan heye. Gelek malbat ji bo zarokên xwe qeyd bikin telefonî me dikin. Em ê qeydan li ser înternetê û bi rêbazên dijital çêkin. Kontenjana me 60 kes in. “ 

Zarokan bi Kurdî mezin bikin
Sîpan Haco destnîşan kir ku Kurdî bi tehlûkeyeke mezin re rû bi rû ye û wiha peyivî: “Divê Kurd êdî zarokên xwe bi zimanê dayikê mezin bikin. Divê di her warê jiyanê de bi Kurdî bi axivin. Armanca van kursan ew e ku zarok fêrî zimanê xwe bibin û bi zimanê xwe mezin bibin.”  
Haco herî dawî bal bire ser polîtîkayên bişaftinê û got, “Polîtîkayên bişaftinê pirr zêde belav dibin. Her kesê welatparêz divê bi zimanê xwe bi axive û zimanê xwe biparêze. Ji ber vê yekê em mecbûr in bi zimanê xwe perwerde bibin. Divê her kes piştgiriyê bide vê xebatê û tev li vê xebatê bibe.” 
n MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.