Xelata danê lê bêziman hiştin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 13 Kanûn 2023 - 00:36

Parlamena Ewrûpayê bi merasimekê Xelata Sakharov a Mafê Mirovan a sala 2023´yan da malbata Jîna Amînî û tevgera Jin jiyan azadî li Îranê. Seroka parlamenê Roberta Metsola destpêkê axivî, got, ew destekê didin “Jin jiyana azadî” lê di axaftina xwe de careke tenê jî behsa Kurdan û Kurdbûna Jîna Amînî nekir. Nûnerê malbata Jîna Amînî, parêzer Salih Nîqbet piştre eyba wê li nav dev û rûyî wê xist û nîşan da ku ew eyb a Parlamena ewrûpayê hemûyî bû. Lewma peyama dayika Jîna Amînî ya ku qismek jê bi Kurdî bû, nekarî bê wergerandin, ji ber ku parlamenê wergêrek ji bo Kurdî hazir nekiribû.

Axir bi merasîmê Parlamena Ewrûpayê Xelata Sakharov a sala 2023´yan da nûnerê malbata Jîna Amînî, parêzer Salih Nîqbet û Efsûn Nexadî (xwişka wê di şoreşa Jin jiyan Azadî de hat şehîdkirin) û Merseda Şakînar (mexdûra êşkenceya rejîma Îranê) weke nûnerên tevgera Jin jiyan azadî.

 

Îranê nehişt malbat biçe xelatê wergire

Malbata Jîna Amînî, şemiyê bihurî xwest ji Îranê berê xwe bide Ewrûpayê, lê rayedarên rejîma Îranê ew asteng kirin. Bi ser de jî qedexeya terikandina Îranê li ser dê û bavê Jîna Amînî hatiye ferzkirin.

Parêzerê malbatê Salih Niqbet xelat li ser navê malbatê wegirt. Salih Nîqbet, peyama dayika Jîna Amînî, Mujgan Îftîxarî jî xwend û beriya wê got, “Li Kurdistanê slogana Jin jiyan azadî dest pê kir û dinya da ber xwe. Ez peyama wê weke ya dayikeke şîngirtî, ya hestiyar û evîndara keça xwe bû, dixwînim. Beşek ji peyamê bi Kurdî ye. Ez hêvî û niyaz dikim, rojekê ji rojan wergera bi Kurdî jî li Parlamena Ewrûpayê mumkin be: “Tu keça min î û jê û wêde, ruh, can û xwîna min î. Êdî cihê bawerî û bawernekirinê nîne di dilê min de, maneyeke tenê ya hebûna min maye, ew jî tu yî. Tu cewhera kaniyê yî, tu rengê nazik ê sor ê gulê yî, tu bayê nerm ê zeviyan î, tu bêhna xweş a axê ya piştî baranê yî….”

STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.