Çapemeniya cîhanê li dijî êrişên ser Rojava bêdeng e

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 21 Çile 2026 - 14:30

  • Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Balkêş e ku çapemeniya cîhanê li dijî van êrişan bêdeng e û cih nedayê. 

BBC ku ya Ingilistanê ye, nûçeyeke bi sernavê “Sûriye û hêzên Kurdan ragihand ku piştî peymana agirbestê jî pevçûn qewimîne” weşand. Di nûçeyê de hate îdiakirin ku agirbesteke yekalî hatiye mohrkirin û wiha hate gotin: “Her du alî jî hevdu bi binpêkirina peymanê tawanbar dikin. Ev peyman, bi mehan piştî peymana entegrasyonê ya Adara 2025’an hate mohrkirin.” 

France24 a Fransayê jî bi sernavê “Sûriye û HSD’ê di mijara agirbestê de lihev kr; DYA’yê ragihand ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê di astekî mezin de bi dawî bûye” nûçeyek weşand. Balkêş e ku di nûçeyê de qet cih neda êrişên ji hêla HTŞ’ê ve tên kirin. 

The New York Times, Deutsch Welle (DW), NBC û The Guardianê jî piştî agirbesta yekalî, di nûçeyên xwe de cih nedan êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter.     

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.