
- Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê bi rojeva Îran û Rojava civiya. Nûnerê DEM Partî yê Strasbourgê Faîk Yagizay li ser pêşketinên dawî yên li herêmê agahî da. Parlamenteran banga tevgerîna li dijî tiştên diqewim kirin.
Di demeke ku êrîşên çeteyên DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava berdewam dikin de Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê (GUE/NGL) bi rojeva Îran û Rojava civiya. Nûnerê DEM Partî yê Strasbourgê Faîk Yagizay di civînê de axivî. Faîk Yagizay rewşa li qadê bi kurtasî vegot û banga hevgirtinê kir. Parlamenterên Koma Çep diyar kirin ku pêwîst e li dijî êrîşan têkevin nava liv û tevgerê.
Nûnerê DEM Partî yê Strasbourgê Faîk Yagizay di civînê de axivî. Faîk Yagizay bal kişand ser rewşa giştî ya li Sûriyeyê û gefên ku Kurd pê re rû bi rû ne. Faîk Yagizay diyar kir ku wî û hin endamên Parlamentoya Ewropayê nêzîkî heft meh berê serdana Sûriyeyê kirin, lê niha piraniya wê herêmê di bin kontrola hêzên rejîmê de ye û got ku ji ber vê yekê serdanek wisa êdî ne pêkan e.
Faîk Yagizay bi bîr xist ku ew û hin nûnerên Rojava par di heman demê de li Strasbourgê bûn û got ku wan hilweşîna rejîma Esed bi kêfxweş pêşwazî kirin lê diyar kirin ku rêveberiya nû xetereyên hîn mezintir di xwe de dihewîne.
Faîk Yagizay bi bîr xist ku gelê Kurd di şerê li dijî DAÎŞ’ê de nêzîkî 13,000 kesan jiyana xwe ji dest dane û îro ev destkeftî di bin xetereya tunekirinê de ye. Faîk Yagizay diyar kir ku tiştên tên jiyîn ji hêla Tirkiyeyê ve hatine organîzekirin û DYE jî piştgiriyê dide. Faîk Yagizay bal kişand ser bêdengiya navneteweyî û got ku Kurd wê berxwedana xwe bidomînin, lê ev yek bêyî piştgiriya navneteweyî ne pêkan e.
Ji Partiya SYRIZA ya Yewnanistanê Konstantinos Arvanitis di civînê de axivî û bi bîr xist ku Yewnanistan di zivistana 2015’an de bi Kobanê re hevgirtina xurt nîşan da. Arvanitis diyar kir ku asta demokrasiyê ya ku wan li Kobanê dît pir balkêş bû û bal kişand ser modela rêveberiya li ser bingeha wekheviya zayendî.
Ji partiya Die Linke ya Elmanyayê Ozlem Demîrel jî diyar kir ku ji her demê bêtir hewceya Rojava bi hevgirtina navneteweyî heye. Ozlem Demîrel anî ziman ku Rojava projeyek cudaxwaz nîne û diyar kir ku armanca wan ew e ku bi gelê Sûriyeyê re pêşerojek demokratîk û xweser ava bikin.
Ji partiya Podemos a Spanyayê Irene Montero Gil diyar kir ku ew bi gelên li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê yên bi êrîşan re rû bi rû ne di nava hevgirtinê de ne. Montero Gil anî ziman ku rewş pir giran e, çalakiyek sembolîk û dîtbarî ya hevgirtina bi Rojava re pêşniyar kir. Montero Gil pêşniyar kir ku di rojên pêş de li ber Parlamentoyê bi hev re bikşînin.
Ji Enhedslisten a Danîmarkayê û Koordînatorê Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Ewropayê Per Clausen diyar kir ku heta ku êrîş rawestin divê piştgiriya darayî ya ji bo hikûmeta Sûriyeyê were qutkirin. Clausen tekez kir ku berpirsiyariyeke mezin a Tirkiyeyê di van tiştên diqewimin de heye û diyar kir ku divê hikûmetên Ewropayê zextê li ser Enqerê bikin.
* * *
Ciwanên enternasyonalîst bang kirin
- Ciwanên enternasyonalîst bersiv dan banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çek hilgirtin û ev peyam dan: “Xwedîderketina li Rojava piştevaniya bi rûmeta mirovahiyê re ye.”
Ciwanên Enternasyonalîst ên li Rojava bi peyameke bidîmen banga tevlibûna seferberiyê ji bo parastinê kir.
Ciwanan, di peyamê de wiha got: “Em wek hevalên enternasyonalîst ên li Rojava banga we dikin werin Rojava û tev li seferberiyê bibin. Çeteyên cîhadîst ên girêdayî Tirkiyeyê li ber deriyê Kobanê ne. Lê HSD û YPJ’ê berxwedana xwe di cebheyan de dewam dikin. Xeterî heye ku bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê ji zîndanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birevin. Ev xeteriyek ji bo herêmê û ji bo hemû mirovahiyê ye. Dem hatiye hûn tev li seferberiya Rojava bibin. Werin vir û tev li şoreşa jinê bibin. Bijî berxwedana Rojava, ji bo Rojava rabin." ANF/STRASBOURG







