‘Em naxwazin kujerê Colanî bê Elmanyayê’

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 15 Çile 2026 - 16:45

  • KCDK-E'yê nerazîbûn nîşanî serdana Ahmed El Şeri (El Colanî) ya hatina Berlînê da û ji Serokwezîr Merz xwest ku hevdîtinê betal bike.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Ewropayê (KCDK-E) nerazîbûn nîşanî wan daxuyaniyan da, ku dibêjin wê serokkomarê Sûriyeyê Ahmed El Şeri (El Colanî) di 19'ê Çileya 2026'an de weke vexwendiyê Elmanyayê bê Berlînê. KCDK-E'yê ragihand ku hevdîtina Serokwezîrê Federal Merz a bi el Colanî re wê "şerm û sûc be" û banga betalkirina hevdîtinê kir. 

Daxuyaniya KCDK-E'yê bi vî rengî ye:

"Hate eşkerekirin ku serokkomarê veguhêz ê qaşo yê Sûriyeyê DAÎŞ'î yê barbar el Colanî (Ahmed el Şeri ) di 19'ê Çileya 2026'an de weke vexwendiyê dewleta Elmanyayê bê Berlînê. Tê gotin, wê bi Serokwezîrê Federal ê Elmanyayê re qaşo li ser polîtîkaya penaberiyê û dersînorkirinên ber bi Sûriyeyê ve hevdîtinê bike.

Hevdîtinên welatên Yekîtiya Ewropayê yên bi el Colanî re hatin kirin, dûrî aqil e. Yên ku dixwazin Colanî yê barbar li Berlînê bikin mêvan divê zanibin ku li pêşberî wan lîderekî terorîst ê çeteyeke komkujer heye. Berpirsyarên koçberiya bi sed hezaran mirovî ev çete ne.

Welatên Ewropayê bi bêdengiya li pêşberî dramên mirovahiyê û koçberiyê di çarçoveya berjewendiyên xwe de tevdigerin û di vê oxirê de bi her kesên ku zanin komkujer in li dora maseyê rûdinên.

Divê Ewropa û Elmanya zanibin ku hîn beriya hefteyekê li pêş çavên tevahiya cîhanê li Helebê li dijî gelê sivîl komkujî hate kirin. Bi deh hezaran sivîl ji warê xwe hatin koçberkirin. Cîhanê tev dît bê çeteyên hov ên Colanî yê barbar çawa jin û zarok qetil kirin. Van çeteyên barbar li taxên Helebê yên ku piraniya şêniyên wê Kurd in, paqijiya etnîkî kirin.

Elmanya ku xwe amade dike Colanî yê DAÎŞ'î pêşwazî bike, van çeteyan di sala 2025'an de li Sûriyeyê Durzî qetil kiribûn. Cîhanê şahidî ji belge û dîmenên van komkujiyan re kir. Her wiha li hemberî Elewiyên li Sûriyeyê komkujî hate kirin û mirov hatin revandin.

Ev çeteyên ku mejiyê wan tekperest û barbar e, li ser gelên Sûriye û Rojhilata Navîn xeteriya esasî ye û dewleta Tirk jî bi rengekî eşkere piştgiriyê dide van barbaran. Çeteyên DAÎŞ'ê yên barbariya wan ispat bûye li Sûriyeyê hatine rewakirin. Divê bê zanîn ku di hevdîtina 19'ê Çileyê ya li Elmanyayê de wê lîderê DAÎŞ'ê bi hikumeta Elman re hevdîtineke fermî bike.

Her kesên li Sûriyeyê yên xwedî fikir, bawerî û etnîka cuda ne bi xeteriyeke cidî, komkujî û qirkirinê re rû bi rû ne. Eger li hemberî vê hovîtiyê helwesta pêwîst neyê nîşandan, eger serdanên bi vî rengî neyên betalkirin, wê hevkarî ji sûc re bê kirin. Lewma Colanî yê barbar ne ew kes e ku koçberî û penaberiyê rawestîne; ji ber feraset û çeteyên ku ew temsîla wan dike tenê dikare rê li ber koçberî û penaberiyê veke.

Hevdîtina ku Serokwezîrê Federal ê Elmanyayê Merz bi Colanî yê barbar re bike, li pêşberî komkujiyên ku li Kurdan, Durziyan, Elewiyan û hindikahiyên din hatiye kirin şermek e, sûc e. Colanî û desthilatdariya wî rêxistiniyeke çe ya komkujer a barbar e ku hiqûqa navneteweyî binpê dike û tine dihesibîne.

Bi navê KCDK-E'yê em dixwazin ev hevdîtin bê betalkirin, Serokwezîrê Federal Merz serdanê betal bike. Bi vê wesîleyê em bang li raya giştî ya demokratîk, saziyên demokratîk û her kesên alîgirê mirovahiyê dikin ku helwestê nîşan bidin, protesto bikin û di serî de Bonn nerazîbûnê nîşan bidin, heman rojê li hemû welatan li ber konsolosxaneyên Sûriye û Elmanyayê çalakiyên şermezarkirinê lidar bixin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.