Bila serdana Colanî bê betalkirin

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 15 Çile 2026 - 16:00

  • Hevserokên KON-MED'ê Rûken Akça û Kerem Gok gotin, serdana Ahmed el Şara (Colanî) ya 19'ê Çileyê li Berlînê wê komkujiyên li Helebê rewa bike û banga betalkirina serdanê kirin.

Tê payin ku Serokkomarê Sûriyeyê yê demkî Ahmed el Şara (Colanî) weke mêvanê Serokwezîrê Elmanyayê Merz di 19'ê Çileyê de bê Berlînê. Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) Rûken Akça û Kerem Gok gotin, ev serdan wê komkujiyên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine kirin rewa bike, her wiha rê li ber êrişên nû veke û xwestin, serdan bê betalkirin.

Ji Hevserokên KON-MED'ê Kerem Gok axivî, bal kişand ser bernameya Colanî ya li Bonn û Berlînê û got, "Li Bonnê wê konsolosxaneyê veke, li Berlînê jî wê bi Şansolye Friedrich Merz re civînê lidar bixe. Her wiha li gorî agahiyên ku di çapemeniyê de hatin weşandin ji bo Davosê jî bang lê hatiye kirin."

Kerem Gok bi bîr xist ku êrişên li Helebê bi belgeyan li nava raya giştî belav bûye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Hîn jî bi hezaran jin, extiyar, zarok û mirovên sivîl di destê rêveberiya HTŞ'ê de dîlgirtî ne. Her wiha tê gotin, ciwan ji nava sivîlan têne qutkirin û wan dibin cihekî nediyar. Sivîlên bi saxî hatine girtin îşkenceyê û kiryarên xerab dibînin. Di halê hazir de saziyên medyayên yên serbixwe nikarin biçin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û dîmenan bikişînin. Malbat ji jiyana xizmên xwe yên li Helebê bi fikar in."

Kerem Gok destnîşan kir ku divê ambargo li ser Colanî bê danîn û got, "Li Elmanyayê ku nêzî du milyon Kurd hene, qebûlkirina kujerê Kurdan Şara, wê êş û xemgîniya Kurdan zêde bike. Her wiha bibe sedem ku hesta aîdiyetê ya li Elmanyayê bixe ber lêpirsînê." Kerem Gok ev bang li rêveberên Elman kir, "Piştgiriyê nedin komkujiyên ku Colanî kiriye, nebin hevparê wê. Hevdîtinên bi vî rengî tê wateya hevkariya bi komkujiyên wî re. Li şûna vê yekê divê Colanî bê şermezarkirin û ambargo li ser bê danîn."

Ji Hevserokên KON-MED'ê Rûken Akça jî destnîşan kir ku pêşwazîkirina Colanî ji aliyê Merz ve ne tenê skandaleke exlaqî ye, her wiha binpêkirina qanûnên Elmanyayê ye û got, "Li gorî agahiyên li ber destê me, lîderê HTŞ'ê yê ji El Qaîdeyê ji ber têkiliyên xwe yên rêxistina terorê re di çarçoveya 129b li Elmanyayê bûye mijara darizandinê. Niha jî hatina Colanî ya li Elmanyayê û hevdîtina bi Serokwezîr Merz re di rojevê de ye. Ev ne tenê skandaleke exlaqî ye, di heman demê de bi rengekî eşkere binpêkirina pîvanên destûra bingehîn û hiqûqa Elmanyayê ye."

Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça xwest, serdana Colanî ya li Berlînê bê betalkirin û destnîşan kir ku wê mafên xwe yên rewa û demokratîk li çar aliyên Elmanyayê bi kar bînin û nerazîbûna xwe bi xurtî nîşan bidin.

Rûken Akça bang li Hikumeta Federal a Elmanyayê kir ku tavilê ji vê gava şaş vegere û dilsozê nirxên xwe yên demokratîk bimîne.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.