YILMAZ KAYA
Ramazan Ergîn di festîvala kurtefilman a Amedê ya îsal de bi rola xwe ya di filma “Dibim Baran Li Ser Bajar Dibarim" xelata aktorê herî baş wergirt.
Ramazan Ergîn beriya bi 20 salan dest bi nivîsandina senaryoyan kiriye. Halê hazir 9 filmên wî hene, yên di pêvajoyên senaryo, girtina dîmen û çêkirina filmê de. Lê ji ber ku guhertinên hilberîner, derhêner, aktor û senaryoyê qebûl nake, heta niha film nehatine çêkirin.
Komeleya Çand, Huner û Sînemayê ya Amedê Festîvala Yekê ya Kurtefilman 1´ê Hezîranê organîze kiribû. Di festîvalê de "Dibim Baran Li Ser Bajar Dibarim" xelata filma herî baş, sêwirandina herî baş û aktorê herî baş wergirt. Lê aktorê herî baş venexwendin merasîma xelatdayînê.
Li ser daxwaza hevalê xwe yê bestekar Ahmet Emîn Yalçin, Ramaza Ergîn di filmê de rol dike. Wî pêşî senaryo wergerandiye Kurdî. Senaryo li ser helwêsta Kurdekî xizan a beramberî jiyanê ye. Derhêner Kasim Ordek, gava aktorekî sereke nabîne, dev ji çêkirina filmê berdide. Ha hingê Ramazan Ergîn qebûl dike bibe aktorê wî.
Dîmenên filmê li Sûrê hatin girtin
Girtina dîmenên filmê 5 rojan dewam kirine û temamê wan li Sûra Amedê hatine girtin. Ramazan Ergîn wekî din ji bo eyarkirina aktor û aktrîstên mayî û ji bo diyarkirina mekan jî dixebite. Ew dibêje, wî ev kar eyar kirine. Ne wî û ne jî kesên li dora wî, ti kesî ji bo filmê pere wernegirtine. Ji ber pandemiyê jî nîşandana filmê her hatiye bipaşvexistin.
Ramazan Ergîn, di filmê de Seîd e. Seîd jî hîna nû bi nexweşiya alzheimerê ketiye. Ew di navbera jiyana xwe û teyba xwe ya xerabûyî de têkiliyê datîne.
Venexwendin festîvalê
Ramazan Ergîn got, haya wî jê çênebûye ku film di festîvalê de hatiye nîşandan û sê xelat wergirtine. Kesî ew venexwendiye merasîma xelatdayînê jî. Ji ber wê jî xelat paşê jê re şandine.
Yanî festîvalê 1´ê Heîzranê dest pê kiriye, 5´ê wê xelat hatine dayîn, lê haya aktorê herî baş ji vê çênebûye.
Projeyên wî jî hene
Ramazan Ergîn bi xwe jî sînemavan e. Heta niha wî senaryoyên 7 kurtefilm û 2 filmên dirêj amade kirine. Ramazan Ergîn dibêje, heger derfet çêbin, ew ê van filman çêke. Senaryo li ser Kurdên Bakur in. Ji ber ku bêyî guhertinên hilberîner, derhêner, aktor û senaryoyê dixwaze filman çêke, dibêje, heger hinan xwe da ber jixwe, ew ê filman çêke, yan na, siberojê ew ê bi derfetên xwe wan çêke.