Xelat dan sînemavanê girtî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 3 Mijdar 2022 - 05:16

MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ/DENÎZ BABÎR

 

Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê (FFKH) îsal cara 13´an û bi slogana "Jin jiyan azadî" bi rê ve çû û serketiyên festîvalê xelatên xwe wergirtin. Di festîvalê de îsal cara yekê bû ku Xelata Piştgiriyê hat dayîn. Sînemavanê di hepsa dewleta Tirk de Erhan Ors ev xelat wergirt. 

Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê ya 13´an, di navbera 26 û 31´ê Cotmehê de bi rê ve çû. Merasîma xelatan a festîvalê li hola sînemayê Zeissê ya li semta Hamburgê Altonayê çêbû. Endamên juriya ji bo xelatan a festîvalê jî Veysî Altay, Ahu Ozturk û Bilal Bulut bûn. Di festîvalê de di 5 beşan de îsal xelat hatin dayîn. Filma Aysha ya bi derhêneriya Cengiz Akaygun di beşa “Kurtefilmê” xelat wergirt. Di beşa “Derhênerê ciwan ê mirov jê hêviyê bike” de Aram Dildar bi filma xwe  Navnîşanê (The Address) xelat wergirt. Di beşa Belgefilmê de bi filma The Other Side Of The River (Aliyê din ê çemî) ya Antonia Kilian xelat wergirt. Derhênerê ji Rojhilatê Kurdistanê Sarkêw Yasîn Misgarî, bi filma Zimanê Dayikê “Xelata taybet a juriyê” wergirt. 

Îsal ji bilî van beşan, ji bo cara ewilî, “Xelata Piştgiriyê” hat dayîn. Derhêner Erhan Ors ev xelat wergirt. Erhan Ors ji Hezîrana 2022´yan de di Hepsa Silivrî ya dewleta Tirk de girtiye û filmên wî jî weke sedemên dadgehkirina tên bikaranîn. Du hevalên wî li ser navê wî ev xelat wergirtin. Derhêner Veysi Altay ev xelat da. Li ser navê Komîteya Amadekar jî derhêner Zana Kîbar got, “Erhan Ors di warê filmê û sêwirandinê de xebatên mezin kirine û me xelata piştgiriyê da wî. Ew jî di 3´yê Nîsanê de di çarçoveya êrişên li dijî komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇIZDER) de hatibû girtin. Em serfiraz in ku îsal xelata piştgiriyê didin.”

 

Aysha ber bi Oscarê ve diçe

Derhênerê kurtefilma Aysha Cengiz Akaygun, ji ber dana xelatê û elaqeya ji bo filmê malavahiya festîvalê û xelkê kir û got, “Ez ji vir xelatê werdigirim, ev tiştekî gelekî taybet e. Heta niha min pênc kurtefilm çêkirin. Çapemeniya biyanî jî gelekî elaqe nîşanî Aysha da, elaqeyeke zêde heye. Xelk ji filmê razî ye. Di filmên beriya wê de, tiştekî halo neqewimî bû. Aysha heta niha li qederê 40 festîvalan hat nîşandan. Û Ji bo Xelatên Akademiyê (Oscar) ên 95´an de jî di beşa kurtefilman de kete nava filmên bên nirxandin.”

Cengiz Akaygun li ser filmê û Rojava jî got, “Ez dibêjim, rohniya ji Rojava her derî rohnî dike, û azadiya Rojava wê di heman demê de mizgîniya azadiya Kurdistanê be. Divê têkoşîna li wir mirov bi temamê dinyayê bide nasîn. Em jî bi hunerê sînemayê hewl didin vê bikin.”

 

Temaşeker me xurt dikin

Endamê juriya festîvalê Veysî Atay bi xwe jî belgefilmçêkerekî hoste ye. Ew dibêje, festîval ji bo danasîna sînemaya Kurdî gelekî giring in û wiha dipeyive:  “Lê ya ji bo min li serê her tiştî ye, ew e ku temaşekerên sînemayê destekê didin festîvalên bi vî rengî û xwedî li wan derdikevin. Kesên hez ji sînemayê dikin jixwe lazim e bên li van filman temaşe bikin, hizr û rexneyên xwe li ser festîvalan îfade bikin. Ev hizr û rexne wê rêya me rohnî bikin û me xurttir bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.