Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a Sala 2021’an dan siyasetvana Kurd Gultan Kişanak. Gultan Kişanak ji sala 2016’ê vir ve di girtîgehê de ye.
Li Elmanyayê ji sala 2007’an û vir ve du salan carekê Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn tê dayîn. Xelata sala 2021’an dan siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak a di Girtîgeha Tîpa a Kandirayê de ye.
Meclîsa Jinan a HDP’ê li ser medyaya dîjîtal xelat ragihand û wiha nivîsî: “Gultan Kişanak hêjayî Xelata Rûmetê ya Clara Zetkîn a Sala 2021’an hate dîtin. Em wê pîroz dikin. Li derve û hundir em ê vi piştgiriya jinan li dijî pergala mêrserwer têkoşîna xwe bidomînin.”
FRANKFURT