Xefika PDK’ê ya Iraqê

Şemî 24 Tebax 2024 - 02:45

  • Dewleta Tirk hikûmeta Iraqê tevlî plan û konsenptên xwe yên qirêj yên li dijî gelê Kurd kir û peymanek bi hev re îmze kirin. Wezîrê PDK’yî Fûad Husên jî hemû dagirkeriyên dewleta Tirk yên li ser xaka Iraqê rewa kir.

Roja 15’ê Tebaxê, şandeke ewlekariyê ya Iraqê bi serokatiya nûnerê PDK’ê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên, Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê yê PDK’yî û Endamê Parastinê Rêber Ehmed, Serokê Desteya Heşdî Şeebî Falih Feyaz û Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed li Enqereyê li gel şandeya dewleta qirker ku Wezîrê Şerê Taybet û Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan, Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Yaşar Guler pêk dihat peymaneke metirsîdar îmze kirin. Dema li naveroka vê lihevkirinê binêrin, tê dîtin ku ev lihevkirina herî metirsîdar a di dîroka Iraqê de ye ku bi destê xwe dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa xwe rewa dike.

Li gorî yek ji xalên madeya duyemîn ya lihevkirinê, dewleta Tirk û Iraq wê navendeke koordîneya hevpar ya ewlekariyê li ser sînorê her du welatan ava bikin. Ev jî di demekê de ye ku dewleta Tirk a dagirker rojane herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, êrişî welatiyên sivîl dike û wan neçar dike ku gund û warên xwe vala bikin. Lê hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî bi tu awayî helwest nîşanî dewleta Tirk nedaye û xwedî li xwîna welatiyên dewleta xwe derketiye.

Her wiha di xala yekemîn ya madeya çaremîn ya lihevkirinê de, navendeke koordîneya hevpar ya hevbeş wê li Bexda bê avakirin, hemû erkên lojîstîk, xizmetgûzarî û darayî li ser hesabê hikûmeta Iraqê ye. 

MÎT li Bexda bicih dibe

Di çarçoveya vê xalê de wê navendeke îstixbaratê were avakirin ku beşek yê wê ji fermandarên dewleta Tirk pêk were. Bi gotineke din êdî li ser êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a qirker tenê li Enqereyê biryar nayê dayîn, li şûna vê yekê dê li Bexda biryar bê dayîn li ber çavê Iraqê bê cîbicîkirin.

Di xala pêncemîn ya madeya çaremîn ya lihevkirinê de ku ev xal girêdayî baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li Başîqa ye. Li şûna ku hikûmeta Iraqê li ser derxistina artêşa Tirk ji Başîka bi israr be, ji ber ku ew der dagirkiriye; lê hebûna artêşa Tirk di kûrahiya xaka Iraqê de ji demkî dike her timî û li ser vê yekê baregehê dike navendeke perwerdeya leşkerî ya hevpar ji bo artêşa Tirk û Iraqê.  Her wiha hikûmeta Iraqê wê pêdiviyên lojîstîkê ji bo vê navenda perwerdeya leşkerî dabîn bike.

Hikûmeta Iraqê di vê xalê de bi temamî ketiye dav an jî xefika dewleta Tirk. Ji bo tevayî parêzgeha Mûsilê û bi taybet ji Şengal û Mexmûrê gelek metirsîdar e. Her wiha binavê parastina ‘Projeya Pêşxistinê’ tevahiya van herêmane dagir dike. Ev jî rêya vejandin an jî zindîkirina xeyala dewleta Tirk a faşîst ya Mîsaqî-Mîllî xweş dike.

Iraq nikare gilî bike

Her wisa di madeya heftemîn ya vê lihevkirinê de, di dema cîbicîkirina vê lihevkirinê de çi nakokiyek derbikeve holê, nabe tu alî (dewleta Tirk û Iraq) serî li desthilata dadgeriya navxweyî, navnetewî heta li aliyek din ku bibe aliyê sêyemîn bide. Di vê xalê de jî dewleta Tirk hikûmeta Iraqê bi temamî xapandiye û careke din nahêle Iraq weke dosyaya petrolê di asta navnetewî de gilî bike. Divê lihevkirina di navbera dewleta Tirk û Iraqê de weke lihevkirinek heta heta bê pênasekirin. Ji ber ku peyman piştî salek bidawîbûnê bi awayek otomatîkî tê nûkirin. Yanî temenê vê peymanê tu carî bidawî nabe.

PDK’ê Iraq radest kir

PDK bi rêya Fûad Husên Iraqê li ser sêniyekê Iraq radestî dewleta Tirk dike. Ango xeyala dewleta Tirk ya vejandina Mîsaqî Mîlî ji aliyê PDK’ê ve hêdî hêdî tê bicih anîn, dagirkeriya dewleta Tirk di vê lihevkirinê de bi fermî dike. Ji ber bombebaran û dagirkeriya dewleta Tirk welatiyên sivîl dibin qurbanî û ji aliyê artêşa barbar û hov ya Tirk ve tên şehîdkirin. Her wisa xwezaya herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve tê dagirkerin weke li Efrînê dike tê talankirin û wêrankirin. Piştî vê lihevkirina bi dewleta Tirk re û fermîkirina dagirkeriyê li ser xaka xwe, êdî dewleta Iraqê bi tu awayî nikare di asta navnetewî de bibe xwedî bibiryarbûn û giraniyek. Nikare serweriya xaka xwe biparêze.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.