Xecîc Mehmûd 57 salî ye û xelkê bajarokê Hecîawa ya girêdayî Îdareya Raperîn e. Xecîc piştî ku hevjînê xwe ji dest dide, ji bo debara jiyana xwe û zarokên xwe 24 salin li zeviyên çandiniyê yên bajarokê Hacî Omeran ya ser bi navçeya Çomanê karê çandiniyê dike û dibêje; “Ev karekî gelekî zehmet û giran e, lê ez pê serbilindim ku ji vî karî debara jiyana xwe û zarokên xwe dikim.”

Pênc zarokên Xecîc Mehmûd hene. Ew her sal di werza çandiniyê de tê bajarokê Hacî Omeran û dibêje; “Berê dema ku zarokên min piçûk bûn, hemû karê derve û malê min bi tena serê xwe dikir. Tevî ku gelek zehmet bû û ji min re giran jî bû, lê min dest ji karê xwe û kasibtiya xwe ya debara xwe û zarokên xwe berneda.”

Alîkariyê bidin cotkaran

Xecîc Mehmûd, têkildarî ziyan û qezenca karê xwe wiha got; “Karê me girêdayî sînorane di dema gihiştina berheman de. Ji ber vê jî eger deriyên sînorên Tirkiye û Îranê li hatina berhemên çandiniyê bê girtin, wê demê em qezenc dikin. Keda me di ber avê de naçe. Lê eger deriyên sînor li hinardeya berhemên çandiniya derve neyên girtin û bacê ne danin ser, em wê demê gelek zerer dikin. Weke par, em ji bo feyde û qezencê hatibûn, lê em bi barekî deynan vegeriyan malên xwe û îsal jî divê em ji bo dana deynên par bixebitin.”

Di dawiyê de jina kedkar û semyana malbata xwe bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku alîkariyê bide cotkaran, û diyar kir ku ji ber ku beşek mezin yê xelkê deverê û Herêma Kurdistanê karê cotkariyê dikin, debara jiyana xwe bi çandiniyê dikin, ji ber ku tu çavkaniyên din yên jiyanê ji wan re nîne.

ROJNEWS/BALEKAYETÎ