Xecê ya Bilûrvan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 1 Îlon 2020 - 19:00

  • Bilûr dengê hestên Xecê ye. … amûra herî zêde tê nasîn a herêmê bilûra “çopanî” ye ku bi “lelêh” bi nav û deng e. Jixwe, li Gîlan û Mazenderan bidestxistina wê asan e.

Zehra Mohammedzadeh ji Xwebûnê re li ser Xecê ya Bilûrvan a ji Gîlanê nivîsiye. Ew dibêje, "Jinek ji Gîlanê! … Xecê ku wek ´Xedîcê Xalê´ jî tê nasîn ji Gîlanê ye. Bi zimanê Farisî qet nizane û tenê bi zimanê xwe yê dayikê, yanî bi zimanê talşî diaxive.
Xedîcê Xalê, şêrejinek ji Gîlanê ye ku piştî mirina hevserê xwe hemû barê jiyanê hildigire ser milê xwe û têdikoşe. Ew di sala 1314´an [salnameya rojê ya Îslamî li Îranê] de tê dinyayê û bi gelemperî li Gîlanê her kes wê bi navê “Xecê” dinase. Hîna jî, rexmê temenê xwe yê 78 salî hildikişe ser darên gûzan û dewarên xwe ji bo biçêrîne, derdixîne derve.
Xecê jiyana xwe li gundê Cengelî Rezdar a ser bi Rezwanşehrê diborîne. Jixwe xwezaya xweş û semyana vî gundî mirov matmayî dihêle; ev xweşikî û bedewiya xwezayê jî yekser li ser hest û bilûra wê bandor kiriye. Ew dema li bilûrê dixe, dengê ji bilûra wê derdikeve bi bedewiya xwezayê re dibe yek…"
Di dewamê de xizmeta wê ya ji bo çand û muzîka Talşî jî tê gotin, "Bilûr dengê hestên Xecê ye. … amûra herî zêde tê nasîn a herêmê bilûra “çopanî” ye ku bi “lelêh” bi nav û deng e. Jixwe, li Gîlan û Mazenderan bidestxistina wê asan e.
Di roja me ya îro de, yek ji helbesta gelê taleş a bi navê “Memobe” (Mehmodbe) ye ku hatiye neqilkirin û Xedîce di lêdana vê helbesta talşî de xwedî jêhatîbûneke cihê ye…
Ev jina hunermend a talşî, di pêvajoyekê de ku rayedar û berpirsên heyî li hemberî vê çanda dewlemend xemsar bûn, bi hunera xweşik a muzîka talşî a gelê xwe hesiya û ji bo bipêşxistina wê bi evîn xebitî…"

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.