Rêxistina Çetir ya geşepêdanê, bi hevkariya Navenda Kar ya fêrbûna birîn û dirûnê dewreyek ya pîşeyî ji bo jinên bajarokê Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê vekir. Ev dewreya perwerdê wê mehek berdevam bike. 20 jin beşdarî dewreya perwerdeya dirûnê bûne.  Jinên Koye bi riya dewreyên perwerdeyên pîşeyî hewl didin xwe pêşbixin, fêrî pîşeyê nû bibin, aboriya xwe ya serbixwe bi dest bixin û dahat jiyana xwe pêkbînin.  Jinên beşdarî dewreya perwerdeya dirûnê bûne, der barê giringiya dewreyê û avabûna derfetê kar ji bo jinan ji ajansa mere re axivîn. Sazgar ku xwendekara Zanîngeha Koye ye beşdarî dewreya perwerdeya dirûnê bûye diyar kir ku divê jin xwe fêrî pîşeyên nû bikin û got: “Ji ber jiyan girane, divê em gelek pîşeyan bizanin û fêr bibin. Daxwaza min ji bo jinên ciwan ewe ku di mal de nemînin û beşdarî dewreyên perwerdêyan bibin. Dewreyên perwerde ên weke kompîter, ziman, dirûn û h.w.d hene,  ji ber wê derfetê fêrbûnê ji bo jinan zêdeye, divê em bi daxwaza xwe fêrî pîşeyekê bibin û di pêşerojê de kar bikin.”

Endama Navenda Kar Şîraz Seîdî derbarê dewreyên pîşeyî de wiha got:“Dewreya perwerdeya dirûnê ku ez serpereştiyariya wê dikim, me bê beramber vekiriye, da ku em derfetên baştir ava bikin û jin bibin xwedî kar û pîşeya xwe.”

Aşna Kewe ku beşdarî dewreya perwerdê bûye got:“Ji sala 2015’an ve ez bi riya dewreyên perwerdeyê dirûnê fêrî jinan dikim. Destpêkê divê hezkirina wan ji wê pîşeyê re hebe.”

Dilniya Qadîr jî got:“Li gel min roja yekem gelek giran bû. Lê belê mamosta ewqas xweş şêwazê birrîn û qiyaskirinê fêr dikir. Ev jî wisa kir ku kar ji bo min hêsan bibe û heskirina min zêdetir jê re hebe.”

NÛJINHA/ŞIYA KOYE