• Saziya Zarok Ma’yê ya bi Kurdî perwerdeya muzîkê dide zarokan, du salên xwe temam kirin. Zarok Ma hewl dide zarokan li ser hîmekî Kurdî mezin bike û bi vî awayî li ber bişaftinê radibe. Koordînatorê wê, Şêrko Kanîwar projeya Zarok Ma’yê weke xebateke pîlot a serketî bi nav dike.

BAZÎD EVREN/MA/AMED

 

Zarok Ma beriya bi 2 salan hat damezrandin. Ew ji bo perwerdekirina zarokan di warê muzîka kurdî de xebatan dike. Ji avabûnê ve zêdetirî hezar zarokan perwerde kirine û gelek bername li dar xistine. Îsal jî bi boneya salvegera 2’yan di 6’ê Tîrmehê (îro) de bi dîwana şagirtên xwe bernameyekê amade dike. Kordînatorê Ma Muzîkê û mamosteyê Zarok Ma’yê Şêrko Kanîwar têkildarî damezrandina Zarok Ma’yê axivî û her kes vexwend bernameya salvegerê.

Koordînatorê Ma Muzîkê û Perwerdekarê Zarok Ma’yê Şêrko Kanîwar têkildarî salvegera Zarok Ma ya 2’yan got: “Di cîhanê de mînaka formata vê perwerdehiyê nîne û hûn jî zarokên xwe bînîn Zarok Ma’yê da ku li ser hîmê kurdî mezin bibin.” 

 

Em ne li pey fanteziyan e

Şêrko Kanîwar bi bîr xist ku Zarok Ma beriya 9 salan di malan de bi 8 zarokan dest pê kiriye. Kanîwar da zanîn ku karekî pîlot bû û bi malbatên ji vî karî bawer dikirin, ava bûye. Kanîwar got, perwerdehiya muzîka kurdî divê di temenekî piçûk de dest pê bike û wiha peyivî: “Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zimanê Kurdî weke zimanekî ‘nayê zanîn’ tê qebûlkirin, lewma weke zimanekî nayê nasîn. Di temenekî pirr piçûk de destpêkirina perwerdehiya muzîka kurdî dê pêşiyê li bişavtina huner û çanda kurdî bigire. Ji bo ku ev bibe perwerde, weke mufredatekê xebateke pîlot jê re hewce bû. Wî çaxî di Konservatuwara Aram Tîgran de poleke me ya ji bo zarokên 0-5 salî tinebû û beriya her tiştî kesên ku ji vî karî bawer dikirin, tine bûn. Weke fanteziyekê dihat pênasekirin. Digotin, ‘Ma zarokên 2-3 salî dê çi ji perwerdehiya muzîkê fêm bikin’.”

 

Modelek e ji bo cîhanê jî

Şêrko Kanîwar bi bîr xist ku taybetmendiya Zarok Ma’yê ew e ku berî ji dayîk bûnê heta 5 saliyê perwerdehiya muzîkê dide. Kanîwar anî ziman ku li ti dera cîhanê xebateke bi vî rengî tine ye û ev mînaka yekemîn e û got; “Di cîhanê de yekem dibistana muzîkê ye ku bi vê formatê perwerdehiyê dide. Îcar Zarok Ma êdî ne navê mekan e, em niha metoda wê dinivisînin ku li her dera cîhanê mamosteyên muzîkê bi vê metodê perwerdehiyê bidin zarokan. Zarokên Kurd li ku dera cîhanê bin, divê bê muzîk nemînin. Zarok Ma êdî metoda perwerdehiya muzîka kurdî ye ku ji bo cîhanê hemûyî modeleke perwerdehiyê ye.”

 

Xebatkarên me dilsozên vî welatî ne

Şêrko Kanîwar bal bire ser pirsgirêkên dema damezrandinê Zarok Ma’yê û got; “Dema damezrandinê ji hêla kesên ku rewşa wan a aboriyê baş e, miameleya parsekan li me hat kirin. Em ne parsek in. Xebatkarên Ma Muzîkê dilsozên perwerdehiya muzîka kurdî ya vî welatî ne. Heke piştevanî xurt be, em dikarin li her taxa Amedê, li her welatê Ewrûpayê şaxekî vekin. Piştnedayîn bi xwe astengî ye. Ev tişt gelek caran hîsa ‘Ma em parsek in, diçin li deriyê xelkê dixin’ dide mirov. Astengiya girtin, binçavkirin, krîmînalîzeirinê, bi min astengiya duyemîn e. Li vir karekî navneteweyî, karekî akademîk û bi Kurdî tê kirin. Lê piştnedayîna sazî û dezgehên bi vî rengî, bi taybetî jî ji hêla karsazên kurd ve, astengiya herî mezin e. Her straneke Ma Muzîk û Zarok Ma çêdike, digihîje milyonan. Divê mirov hesabê vê yekê bike. Zarok Ma, ne tenê saziyek e ku li Amedê 400 zarokan perwerde dike. Zarok Ma’ya ku bi stranên xwe digihîje seranserê cîhanê, derbekê li asîmîlasyonê dixe. Divê mirov bi vê yekê nêzî Zarok Ma’yê bibe û piştevaniyê xurt bike. Wî çaxî dê astengiya aborî jî, ji holê rabe. Lê şert û merc çi bibin bila bibin, wê Ma Muzîk û Zarok Ma zarokên vî welatî bê muzîk nehêle.”

 

Muzîk rengê hebûna me ye 

Kanîwar got, taybetmendiyeke muzîkê ji bo Kurdan heye û wiha peyivî: “Kurd miletekî muzîkal in ku bi muzîkê hatine roja me. Kodên me yên çandî di nava muzîka me de eşkere ne. Çawa ku ziman ji bo miletekî şertekî heyînê ye û bi zimanê xwe ji miletên din tê veqetandin, em bi muzîka xwe ya gelerî jî, ji miletên din tên veqetandin. Ji bo me rengê me yê hebûnê û nasnameya me muzîka kurdî ye. Lewma ne tenê ji bo zarokan e. Em ji vê yekê bawer dikin ku heke Kurd hemû, di malên xwe de bi zarokên xwe re stranên Kurdî bistirên Kurdistan jî hêla fikrî û giyanî ava bûye û azad bûye. Ne meseleya sînoran e.”

 

Zarokên xwe bînin em stranan bibêjin 

Şêrko Kanîwar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin gelê me di 6’ê mehê de [îro] zarokên xwe bine, were û em bi hev re stranên Kurdî bistirên. Her giya li ser koka xwe şîn dibe, lewma hûn jî zarokên xwe bînin ji bo sala nû qeydên wan li Zarok Ma’yê çêkin da ku zarokên me li ser hîmê çanda Kurdî mezin bibin.”