Xelatên Wêneyan ên Sîenayê ku di warê navneteweyi de tên dayîn, li dinyayê yek ji pêşbirka herî bi nav û deng a wêneyan e. Ev pêşbirka wêneyan, bi kategoriyên xwe yên berfireh her sal bala wênegiran dibe ser xwe û gelek wêneyên bi qelîte dineqîne. Pêşbirkê îsal jî wêneyê nûçegîhanê wêneyan Salwan Georges weke wêneyê herî xweşik û baş diyar kir. Salwan Georges di kadroya “The Washington Post” de cih digire û wî berê “Xelata Pulitzer” jî girtîbû.

Salwan Georges navê “Georgy” li wêneyê xwe kiriye û wêneyê wî veqetîna malbatekê teswîr dike. Her wiha zehmetiya şer jî tîne ziman. Kesekî bi navê Georgy Keburia bi trênê diçe Livîvê û wêne li îstasyona trênê ya Odesayê hatiye girtin. Georgy Keburia ji hevsera xwe Maya û zarokên xwe xatir dixwaze. Georgy Keburia ji ber ku li welatê wî şer heye ji malbata xwe vediqete û diçe şer da ku welatê xwe biparêze.

Salwan Georges di kêliya veqetînê de wêneyekî bêhempa girtiye: Di navbera bav û zarokên wî de cameke bi xumam û destên ku li ser cama bi xumam ji hev xatir dixwazin. Zehmetiya çûyîna şer bi vî awayî hatiye belgekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN