- Alvaro Naddeo ji tiştên avêtî, xaniyan û wesayitên dîstopîk çêdike.
Hunerê dîstopîk her tim reşbîn û bi qeswet nîne. Carinan hin hunermend bi afirîneriya xwe dinyayeke fantastîk disêwirînin, lê ev fantazmaya wan mirov natirsîne û reşbîn nake. Hunermend Alvaro Naddeo yek ji van e, Alvaro Naddeo li Los Angeles dimîne û ew ji tiştên avêtî, xaniyan û wesayitên dîstopîk çêdike.
Bê hemdê xwe mirov ji karên wî hez dike û dixwaze li wesayîtên Alvaro Naddeo yên dîstopîk siwar bibe û rêwîtiyê bike. Ji ber ku malzemeyê xwe pirr xweşik bi cih dike û kêfa mirov ji karên wî re tê. Elbet van wêneyên xwe bi boyaxê çêdike. Lê mirov bawer nake ku ev wêne bi boyaxê hatine çêkirin.
Ew ji tiştên avêtî pirr hez dike û wan di wêneyên xwe de bi kar tîne. Hema çi were bîra we, ew di wêneyên xwe de bi kar tîne, qutî, mase, kursî, teneke, cam, bîdon, demir, karton, dar, kaxez…lê ew malzemeyên xwe pirr baş bi cih dike. Mirov dibêje, jixwe ewder cihê wan e, ewqasî serketî ye di karê xwe de û tiştên avêtî xweş li hev tîne.
Alvaro Naddeo beriya wêneyên xwe boyax bike, wan xêz dike û dûre jî dest bi boyaxê dike. Malzeme û rengên bi kar tîne atmosfereke balkêş derdixin holê. Ewqasî xweşik û balkêş in, mirov dibêje, ew malzemeyên jidil in.
NAVENDA NÛÇEYAN