Nivîskar û wergêr Abdullah Incekan desteyeke helbestên klasîk ên bi Elmanî yên şairên wekî Goethe, Heinrich Heine, Friedrich Nietzsche bi zimanê Kurdî weşandin. Incekan ji bernameya Kurdî ya radyo televizyona Elman WDR’ê re dibêje, zimanê Kurdî, herçend di dibistanan de nayê hînkirin jî, zimanekî xurt e û têra klasîkên Elmanî jî dike.
Dr. Abdullah Incekan di dawîya Îlonê de pirtûka xwe ya du zimanî weşand. Di vê kitêbê de wergera helbestên klasîk ên Elman, bi Kurdî tevî orjînala wan a bi Elmanî hatiye weşandin. Pirtûk ji weşanên Reichert derketiye. Di pirtûka wî de ne tenê helbestên ji Dîwana Johan Wolfgang von Goethe lê herweha berhemên Heinrich Heine, Friedrich Nietzsche, Rainer Maria Rilke, Erich Fried, Ulla Hahn û Ingeborg Bachmann jî hene. Abdullah Incekan dibêje, wergera Kurdî ya van helbestan ji yên wan ên Tirkî, Erebî yan jî Farsî çêtir û xweştir in.
NAVENDA NÛÇEYAN