• Toni Hamel: Çavbirçîtî û tiştên ne li rê, tenê xwezayê bi aweyekî fîzîkî têk nabin her wiha ev nêzîkatî dikin ku mirov zerafeta xwe jî ji dest bide. Em kesên ku me xwe weke xwediyê vê axê hesiband, bi awayekî rezîl em têk çûn. Demekê me digot em nikarin li ser xwezayê hikim bikin, lê mirov xwe dikin navend û zerarê li xwezayê dikin.

XASÊ CÛNÊ

Toni Hamel sala 1961’ê li Îtalya hatiye dinyayê, lê ew niha li bajarê Kanadayê Torontoyê dimîne û li wir bi xebatên xwe yên hunerî re mijûl e. Heta radeyekê kompozîsyonên wê mirov dikare bibêje xwedî mîzah û îroniyeke baş in. Helbet bi mîzahê rexneyan jî dike û zimanekî wê yê absurd heye. Lê karên wê yên hunerî, tenê bi mîzah û îroniyê werin şirovekirin, ev ê ji bo xebatên wê kêmasiyek be. Ji lewre, bi awayekî têgînî jî difikire û bi hunerê têgînî xemên xwe yên derbarê xweza û insanan de tîne ziman. Dixwaze bi mirovan re hin fikaran çeke û heta jê tê jî di xebatên xwe de her tiştî eşkere nabêje. Nediyariya di xebatên wê de, meraqa insanan zêdetir dike. Dema vê yekê dike ji cerebeyên kesayetî jî sûdê digire û hunerê xwe bi ezmûnên şexsî xurttir dike. 

‘Encamên çalakiyên me çi ne?’

Toni Hamel li ser karê xwe, timî ji xwe pirsan dike. Yek, du pirsên sereke ku ew ji xwe dike wiha ne, “Encamên çalakiyên me çi ne?”, “Gelo jidil jî em li encamên tevger û biryarên xwe difikirin?” Hamel dibêje, “Çarçoveya pratîka hunerê min ya têgînî tim li gorî tevgera insanan teşe digire.

Tiştên ku herî zêde min elaqedar dikin, ew tişt in ku li pey me dimînin yanî bermahî û termên (cendekêm) ku em li pey xwe dihêlin. Ez bi van bermahiyan dadikevim û lêkolînên min li ser van tiştan kûr dibin. Parçeyên herî ku bala min dikişînin ji nav van “term”an derdixim û raporên xwe yên derheqê van tiştan de bi vî awayî bi encam dikim. Ev pêvajo çendîn zehmet be jî ez ji serê pêşî ve bi vê rêbazê kar dikim.”

Mîzansenên derveyî aqil

Toni Hamel kar û xebatên xwe weke “derheqê qelsbûna insanan de şiroveyên bi wêne” dinirxîne û pratîka xwe ya hunerî li ser vê bingehê saz dike. Toni Hamel bi bîr dixe ku ew bi hest û hizrên xwe tevnagere, ji bo karibe van wêneyan çêke, berovajî hizr û hestan ew bi awayekî metodolojîk dixebite. Bêyî plan karekî nake û beriya ew dest bi xebateke nû bike, plansaziya xwe baş dike. Dema ew dest bi karekî nû dike li gorî rastiya heyî tevnagere û li hember vê rastiyê, rastiyeke alternatîf derdixe holê. Mirov bi hêsanî dikare karên weke karên “fiction” bi nav bike. Yanî ew bi mîzansenên xwe yên derveyî aqil û bê mantiq, hem tiştên gerdûnî û hem jî tiştên bê “zeman” diafirîne. Wê di xebatên xwe de zeman û mîzansenên wisa ava kirine yên ku tenê ew dikare li wî zemanê ava kiriye hikim bike. 

‘Dîrok tim xwe dubare dike’

Toni Hamel di bin tesîra menzereyên polîtîk û civakî de dimîne û dibêje, “Ez nikarim ji vê rastiyê birevim.” Hamel dibêje, di xebatên xwe yên siberojê de jî ew ê hewl bide li ser meseleyên civakî û siyasî hûr bibe: “Bivê nevê ez di bin bandora van rewşan de dimînim. Lê dîsa jî divê ez dîqet bikim û bi baldarî nêz bibim da ku karibim bi awayekî baş û xweşik îfade û şirove bikim van rewşên siyasî û civakî. Mixabin bûyerên gerdûnî yên îro, ne nû ne û ew pirr kevn in; şer, xela, krîza penaberan, bipêşketina faşîzmê û otokrasiyê ne fenomenên nû ne. Jixwe dîrok jî her tim xwe dubare dike. Tenê rengê ala kesên ku êriş dikin û navên saziyên wan diguherin. Nexwe, sedem giş yek in. Her wiha rengê xwîna ku dirije jî dîsa heman reng e. Beriya çend salan min bi navê “Dema dîrok digirî” xebatek kiribû û min bi vê xebata xwe serpêhatiyên malbata xwe yên şer îfade kiribûn. Ew berhem qet ji studyoya min derneketin. Ji ber ku van berheman êş û birînên bi salan nîşan didan.”

‘Hespê bi qiloç xweza ye’

Wê di berhema xwe ya bi navê “Revandin” de ya ku hespekî bi qiloç nîşan dike, bal biriye ser xwezayê û dibêje, bila her kes vî hespî weke “xwezayê” şirove bike. Toni Hamel wiha behsa xebata xwe ya “Revandin”ê dike: “Hespekî ku qiloçê wî heye, ji hêla mêrên ji hev cuda ve ber bi aliyên cihê ve tê kişkişandin. Her yek dixwaze aliyê xwe misoger bike. Ev xebat berxwedêrî, qayîmbûn û windabûnê îfade dike. Çavbirçîtî û tiştên ne li rê tenê xwezayê bi aweyekî fîzîkî têk nabin, her wiha ev nêzîkatî dikin ku mirov zerafeta xwe jî ji dest bide. Em kesên ku me xwe weke xwediyê vê axê hesiband, bi awayekî rezîl me dawiya xwe anî û em têk çûn. Demekê me digot, em nikarin li ser xwezayê hikim bikin, lê ev salên dawiyê nîşanî me didin ku mirov xwe dikin navend û zerarê li xwezayê dikin.”

Xebatên Toni Hamelê heta niha li Kanada û derveyî Kanadayê li gelek galerî û saziyan hatine nîşandan. Hin navên xebatên wê yên hatine nîşandan wiha ne; “Hic et nunc” (2009), “The lingering” (2011-2014), “The land of Id” (2015-2016), “High tides and misdemeanors”

(2017-2020), “Exotic fruits” (2019).