- Imed Kolli: Bi saya wêneyan dilê wan yê şikestî hinekî cebirî ez dibêjim. Yanî hinekî jî min xwest, xwedî li hêviya wan derkevim û bi saya wêneyan nîşan bidim ku ew nehatine jibîrkirin û parçeyekî civakê yên girîng in.
ARDÎN DÎREN
Imed Kolli wênegirekî Cezayîrî ye û ew weke wênegirê kolanan jî tê naskirin. Ji bo karibe bi mirovên kolanan re têkiliyekê çêke kamerayê bi kar tîne. Kamera yan jî wênegirtin di navbera wî û mirovên li kolanan de bûye pirek û ew di ser vê pirê re xwe digihîne dilê mirovan. Yanî wêneyên wan yên baş digire. Helbet wênegirekî afirîner e û ev bi qasî 7 salan e li kolanan vî karî dike. Nexasim jî ew berê vîzora xwe dide mirovên ku li kolanan tenê ne û bêcihûwar in. Wî heta niha bi wêneyên xwe ango bi portreyên xwe ruh û can bi gelek mirovan aniye. Ew bi rêzewêneyên xwe yên ku dibêje, “Wêneyên mirovên jibîrçûyî” ne, heta niha wêneyê gelek mirovan girtine. Nexasim jî weneyên mirovên li kolanan.
Imed Kolli, di 16 saliya xwe de dest bi vî karî dike û wêneyên reş û spî digire. Ew bi ronahiyê jî dilîze yan jî wê baş eyar dike û wêneyên xwe hinekî din dramatîze dike. Di wêneyên wî de ronahiyeke zêde tine ye û wêneyên wî hinekî tarî ne. Tenê rûyê mirovên digire, hinekî ronî dike, wekî din di wêneyên xwe de dîtbariyeke tarî tercîh dike. Imed Kolli despêka wênegiriya xwe wiha tîne ziman: “Ez ji xwe re li rêyekê digeriyam. Diviyabû tiştên bi çavên xwe dibînim, yan jî çavdêriya wan dikim, min tomar bikirana. Wênegirî bi rastî jî bû dengê min û min dît ku hêzeke vî hunerî heye. Ji lewre ew dikare nihêrîna we biguherîne. Her wiha ew bi bandora xwe dikare mirovan matmayî jî bihêle. Bi vê armancê min xwest kamerayekê bikirim û serhatiyên mirovan bigirim, bikim wêne.
Hêza reş û spiyê
Ji bo girtina wêneyan her wênegirek şêwazekî ji xwe re hildibijêre. Imed Kolli jî daye pey wêneyên reş û spî û dibêje, ev yek bi nihêrîna mirovî re girêdayî ye. Imed Kolli dibêje, mirov dikare bi gelek şêweyan dramayekê ava bike û wiha pê de diçe: “Dema ez dixwazim hestekê, baweriyekê, empatî yan jî manewiyatekê derbixim holê, ez sî û ronahiyê bi kar tînim. Ez jî jê bawer dikim ku wêneyên reş û spî ji yên rengorengo bi hêztir in. Her wiha hesteke kûr jî dikarin ava bikin di hişê mirov de. Ez jî her tim di bin bandora wêneyên reş û spî de mam.
Herî zêde jî awir û çav pirr bala min dikêşin ji lewre bala min bêhtir li ser rû ye û ez portreyên mirovan digirim. Tişta herî pêşî kela canê min radike, awir in û ez bi awiran dest bi girtina wêneyan dikim.”
‘Amatorî têkiliyên baş ava dike’
Imed Kolli dibêje, gelek caran wî bi awayî tesadûfî wêneyên xwe girtine. Dema li kolanan digere, ew nexasim jî diçe taxên xizan. Behsa zehmetiya wêneyên ku digire dike û dibêje, “Min bi hêsanî ev kes didîtin lê belê belgekirina wan zehmet bû. Da ku xwe bi wan bidim qebûlkirin, min gelek wext derbas kir li wan taxan. Tenê, bi vî awayî min karibû kemaraya xwe derxim û wêneyê rûyên wan bigirim. Helbet ez hay ji derûdora xwe heme û ji bo karibim wêneyên dilsoztir bigirim têkiliyeke taybet jî ava dikim bi mirovan re. Carinan amatoriya min dike ku ez karên baştir jî derbixim holê. Hin wêneyên min yên flû kêfa wan dianî û bi vî awayî hevaltiyek di navbera me de ava dibû. Heta min hin malbat qaneh kirin ku zarokên wan qeşeng in û wêneyekî baş heq dikin, min gelek li ber wan da, li ber wan gelekî geriyam.”
‘Rojeke te çawa derbas dibe?’
Imed heta jê tê, mirovan aciz nake bi kameraya xwe û bi awayekî spontane bêyî ku bi çavê dagirkerekî jiyana wan bişopîne, wêneyên xwe digire. Ji bo wî beriya her tiştî têkiliyeke jidil pêwîst e û ew girîngiyê dide bi vê yekê. Dibêje, “Dema ez bi yekî re têkiliyê datînim, ez xwe bi rêk û pêk didim naskirin û ji wan dipirsim, ´Gelo rojeke te çawa derbas dibe?´” Piştî van, ew peywîrên xwe bi cih tîne, ew bi wêneyan ruhê wan û dinyaya ku ew tê de ne, fêhm dike. Lê beriya van jî têkiliyeke şexsî bi wan re datîne û dibe heval, naxwe van portreyan wisa bi hêsanî nikare bigire.
‘îkonên xwedî manewiyat’
Imed Kolli her çend di nav taxên xizan de bigere jî, ew berê xwe nade xizaniyê û heta jê tê, dikeve pey tevgerên ji rêzê yên rojane. Ev mirov her çend di nav zor û zehmetiyê de bijîn jî xwedî hêvî ne û vê yekê ji xwe re nakin pirsgirêk. Tişta ku bala Imed Kolli jî diçe ser ev yek e.
Imed Kolli dibêje, “Min ji hêza wan îlham girt. Li gel şert û mercên zehmet yên jiyanê, hîna jî dikeniyan û çavê wan dibiriqî. Min xwest vê yeke bikim belge. Bi vî awayî dilê wan yê şikestî hinekî cebirî ez dibêjim. Yanî hinekî jî min xwest, xwedî li hêviya wan derkevim û bi saya wêneyan nîşan bidim ku ew nehatine jibîrkirin û parçeyekî civakê yên girîng in. Dikarim bibêjim ku ev wêneyên min weke îkonan in û xwedî manewiyat in.”
CEZAYÎR