Wêneyên gerstêrkan ên ezamet

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 7 Kanûn 2022 - 08:37

Ajansa Fezayê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê NASA´Yê wêneyên nû yên gerstêrkên sîstema me ya rojê parve kirin. Di van wêneyan de Merkur û Jupîter pirr bi ezamet xuya dikin. 

Merkur (jê re Tîr jî tê gotin) gerstêrka herî zêde nêzîkî rojê ye û gerstêrka halê hazir tê qebûlkirin a herî piçûk e di sîstema me ya rojê de. Ev wêneyê nû yê NASA´yê bi reng e. serzemînê Merkurê jî bi xweşikî xuya dike, nexasim jî ew birînên ku derbên meteorîdan li pey xwe hiştine. 

Ne berhemê van Gogh e lê Jupîter e

Gerstêrka mezintirîn a sîstema me ya rojê, Jupîter e. Ew dêweke ji gazê ye. Heta yek ji peykên wê ji Merkurê jî mezintir e. Niha ev wêneyê Jupîterê encama 3 terabît daneyan û rêwîtiyeke 1.7 milyon mîl e. Encam bişibe berhemeke împresyonîst jî, esas Jupîter e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.