- Hesabê Kurdish sources du wêneyên kêmdîtî ji dîroka Kurdistanê bi bîr xistin. Ev herdu wêne jî elaqedarî hev in.
Hesabê Kurdish sources du wêneyên kêmdîtî ji dîroka Kurdistanê bi bîr xistin. Ev herdu wêne jî elaqedarî hev in. Yek jê portreyekî Ebdurehman Paşayê Baban e, ji sala 1874´an maye. Yanî esas portre ne di saxiya Ebdurehamn Paşayê Baban de hatiye çêkirin. Lewma hukmê wî piştî mirina birayê wî Osman Paşa sala 1790´î dest pê dike ûm 1813´an bi mirina wî bi dawî dibe. Di vê dema hukmê xwe de wî li ber Osmaniyan serî jî rakir û hewl da bibe Paşayê Bexdayê jî.
Axir, wêne piştî mirina wî bi 60 salan hatiye xêz kirin. Em dibînin ku heman wêne ji nû ve hatiye xêzkirin ji bo berga hejmara yekê ya Hetawî Kurd. Ev hejmar jî di 23´ê Zul Qa´da ya sala 1331´ê Hicrî, yanî 24´ê Cotmeha 1913´an hatibû weşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN