Çavên me her tiştî nabînin, em hîn bûne êdî pişta rengan û tebeqeyên cihê jî bi teknolojiya xwe bibînin. Tîrêjên X li ber me dinyayeke bi temamî nû ya dîtinê. Zanyaran bîr bir û bi van tîrêjan li resmên di gornên antîk ên Misrê jî binihêrin. Helbet wan xwest hin sir û razan eşkere bikin. Hin sir û raz jî eşkere kirine: Hunermendekî hingê resmandineke malbateke şahî ya Misrê ya di gornê de herimandiye û va ye em piştî bêhtirî 3 hezar salan bi xêra van tîrêjên X pê hisiyan. 

Wêneyên ku Firewn Ramsesê Duyem di gorna rayedarekî bi navê Naxtamûn de ye, li Thebesê hatiye veşartin yanî ne dûrî Luksora îro. Hukmê Ramsesê Duyem jî ji qederê 1279 beriya mîladê heta bi 1213 beriya mîladê dewam kiriye. Yanî em behsa beriya qederê 3 hezar û 300 salan dikin. 

Axir meseleya lêkolînê ne Ramses e lê ev wêneyê wî ye. Di wêne de li ser rûyê firewn riheke 2-3 rojî xuya dike û beramberî wî jî kesek heye ku mirov xweşik ji hev dernaxe ka çi ye û kî ye. Vê yekê kiribû ku zanyar berê bifikirin ku ew li ber bavê xwe yê mirî Setiyê Yekem (ji qederê 1294 beriya mîladê heta 1279 beriya mîladê hukm kiriye) e û şîna wî digire.

Zengelorka firewn xêz kirine

Li gorî zanyarên ku 12´ê Tîrmehê endamên lêkolîna xwe ya bi tîrêjên X di kovara PLOS One de eşkere kirin, mesele ne ev e.

Zanyaran amûreke seyar a wênegirtina bi tîrêjên X a floresans (XRF) bi kar aniye ji bo ku pêkhatina kîmyewî ya malzeme û rengên di wêne de diyar bikin. Tîma lêkolînê hem li wêneyê Ramsesê Duyem, û hem jî li wêneyekî din ê di vê gorna di nekrepolê de kola. Wan, wê hingê tişta ku me bi çavê xwe nedidît, dît: Ramsesê Duyem beramberî xwedayê Misra Kevnar ê sinhetkariyê Ptah rûniştiye. 

Tîmê wekî din dît ku zengelorka bel a Ramsesê Duyem jî hatiye xêzkirin. Ji bo çi ev muhim e? Ji ber ku di hunerê kevnar ê Misrî ti carî zengelork nehatiye xêzkirin. 

Ev ne muhim e, lê zanyaran her wiha derxist holê ku li ser wêne hin texrîfat hatine kirin. Di wêneyê orîjînal de gerdeniya ku jê re “şebyû” dibêjin bi firewn ve ye. Ev gerdenî ji gelek zincîrên mezin û giran ên zêr tevî morîkên weke libên nîskan hatiye çêkirin. Lê paşê hunermendekî ev guherandiye û li şûna wê gerdeniya jê re “wesex” dibêjin, daniye. Ev jî esas gerdeniyeke pahn e ku weke xişir di serdema Ramsesê Duyem de dihat lixwekirin.

 

Bersivek û gelek pirs

Êdî mirov bi wan re li hev bike yan jî neke, teoriyeke tîma lêkolînê heye. Ew difikirin ku wêne çend dehsalan piştî mirina Ramsesê Duyem hatiye xêzkirin û gava hunermen pê hisiyane ku wan gerdeniya şaş xêz kiriye, ew rastkirine. 

Axir ev wêne gelek meseleyan bi hev re tîne meydanê: Gava wêneyê firewnekî dihat xêzkirin, yan ew xweşik traşkirî bû yan jî bi rih bû, li vir riheke çendrojî li ser rûyê wî ye. Zengelorka wan nedihat xêzkirin, lê li vir hatiye xêzkirin.     

Yanî vê lêkolînê tiştên me berê nedîtî, dîtin, lê li şûna pirsan kêm bike, pirs zêde kirin.

Wêne 1: Martinez û yên din., 2023, PLOS One; (CC-BY 4.0)

Wêne 2: David Strivay, University of Liege; (CC-BY 4.0)

NAVENDA NÛÇEYAN