Natalie Christensen, jineke ji eyaleta Kentuckyê ye. Ew beriya bi 8 salan berê xwe dide eyaleta New Mexico ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê. Ji bo wê, ev biryareke pirr mezin bû, lewma wê ne tenê dev ji welatê lê bûyî û heta hingê lê mayî, berdida, wê dev ji kar û mijûliyên xwe yên heta hingê jî berdida. Ew li Kentuckyê fîzyoterapîst bû.
Wê dema bihûrîna vê yekê bi lêkolîna rohniyê û tiştên ku rohnî diafirîne, derbas kirin: “Rohniyê û kalîteyên surreal ên ku ew li deverên negatîf diafirîne, ez tavilê ber bi xwe ve kişandim. Min dest bi lêkolana meydanên reng, teşeyên jeometrîk û lihevpeyrêzbûnên encama rohniyê kir. Bedewiya vê hawîrdorê bi gelekan eyan e; lê min dixwest wan keviyên bajaran ên banal kifş bikim, ên ku çavdêrên adetî belkî nedîtibin, û ez balê dibim ser wê dramaya xelk jê dimîne. Ez sembol û teşeyan, zêx û siyan bi kar tînim da ku metaforên psîkolojîk ên li dîmenî nîşan bidim.”
Ew bi ser jî ket, lewma wê li DYE û gelek welatan pêşangeh lidarxisin. Kitêba wê ya wênegiriyê “007 – Natalie Christensen” hîna nû li Londonê ji weşanxanyea Setanta Books derçû. Wê her wiha weke doçenta mêvan li zanîngehên Santa Fe, Meow Wolfê û li The Royal Photographic Society ya Londonê jî dersên wênegiriyê dan.
SANTA FE