Wênegiriya ji bo jinan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Sibat 2023 - 05:41

  • Buşra El-Mutewekel hunerê xwe wênegiriyê ji bo berbiçavkirina meseleyên civakî yên elaqedarî azadiya jinan bi kar tîne. Ew nexasim nixumandina jinan bi projeyên xwe yên wêneyan dide minaqeşekirin.  

Hunermenda Yemenî Buşra El-Mutewekel (Boushra Almutawakel) bi hunerê xwe balê dibe ser nîqab û cilûbergên weke nîqabê ku  jinê ne tenê dinixumînin, lê her wiha dikin ku jin di nava civakê de xuya nekin. 

Ew xwe weke hunermend, dayik, femînîst, dildara edaletê û her tişta li ser Yemenê bi nav dike. Lê esas Buşra El-Mutewekel jina pêşî ye ku weke hunermenda wênegirtinê ya li Yemenê hatiye qebûlkirin. 

Ew pirr bala xwe nade ser vê xisleta xwe ya “jina pêşî”. Li şûna wê ew behremendiya xwe ya wênegirtinê bi kar tîne da ku minaqeşeyên çandî û dînî yên li welatê xwe îfade bike. Li welatekî ku jixwe van xetan rê li ber şerekî pirr xwinrij ê navxweyî vekiriye, nexasim jî ji ber destwerdanên hêzên ji derveyî Yemenê.   

Buşra El-Mutewekel li paytexta welêt Sanaa yê sala 1969´an hatiye dinê. Wê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û li welatê xwe Yemenê li ser huner xwendiye. Jixwe di dema xwendekariyê de bala wê diçe ser wênegirtinê.

Ew sala 1994´an careke din vegeriya Yemenê û karê xwe yê li ser wênegiriyê dewam kir. Ew weke wênegireke serbest xebitî û gelek pêşangehên solo yên wêneyan vekirin, yan jî beşdarî gelekên din ên komî bû. Sala 1998´an êdî wê tenê wênegirî kir. Wê ji bo Neteweyên Yekbûyî, CARE International, the Royal Netherlands Embassy jî wêne girtin. Gelek galerî û muzeyên navdar berhemên wê kirîn. Di nava wan de British Museum a li Londonê, The Museum of Fine Arts a li Bostonê, û Weqfa Barjeel jî hebûn.

Li pişt serketina wê nihêrîna wê ya li wênegiriyê hebû. Buşra El-Mutewekel digot, “Wênegirî ji bo min weke serbestiyekê ye, nexasim gava mesele, meseleyên neheqiyê ne yan jî ew tiştên bi temamî şaş in.”  

 

Hunerê ji bo civakê

Erê ew ji mêj e kar dike; ya ji bo wê muhim ew e ku qewmînên li dinyayê bi projeyên xwe bêyî ku dereng bibe, bibîne, bike ku xelk bibîne. Nexasim jî ji bo qewmînên li Efxanistanê, projeyên wê hîç dereng neman.

Wêneyên wê gelek caran cihê cins di civak û siyasetê de bi awayekî têra xwe “dûrîçav” yan jî di binî re dike. Ew bi berhemên xwe esas bendewariyên xelkê serûbinîhev dike. Buşra El-Mutewekel weke hunermed behsa mafên jinan dike û rastiya wan a ku zilam kontrol dikin jî bi hunerê xwe şirove dike. 

 

Projeyên “heger”

Bi projeyên xwe yên di çarçoveya sernavê "What If" (Heger), ew qebqebûyê li pîvanên civakî yên welatên  xwe dike. Ew li şûna jinan, mêran dixe bin nîqab, hîcab û çarşefan. Fikra wê ji bo gelek jinan gelekî baş bû, lê mêrên welatê wê rexneyên gelekî dijwar lê girtin. 

Yek ji berhemên vê projeyê jî, berhema bi navê “Dê, keç û bûka lastîkî” bû. Ew bi vê berhemê hêdî hêdî hîcab û nîqabê li dê, keç û bûka lîstikê dike, heta ku ew bi temamî nexuya bibin.

Ew ji bo van projeyên xwe rave bike dibêje, “Wêneyên nixumandina jinan sembolên wê yekê ne ku mafên jinan û keçan nînin. Ev çîrokên wan keç û jinan in ku ji lîstikê, perwerdê û zarokatiyê hatine bêparkirin bi wê yekê ku hîna bi zarokî tên zewicandin û dest diavêjin wan.

Jin û keç divê xwediyê heman derfetên mêr û kuran bin. Lazim e ji keç û jinan re jî heman rêz bê girtin ji ber ku cinsê jinê ne. Û lazim e ew siyasî û civakî bên hêzdarkirin, li şûna ku ji ber jinbûnê tên tepisandin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.