• Zay Yar Lin dibêje, bişkoka wênegirê jî wek firçeyê ye. Heger hûn nizanibin xêz yan jî boyax bikin, firçeya herî baş jî di destê we de be, hûn ê nikaribin wêneyekî baş derxin holê. 

Zay Yar Lin, wênegirekî ji Myanmarê ye û ji nav jiyanê portreyên balkêş digire û wan kêliyan vediguherîne berhemên hunerî ango wêneyên balkêş. Ew bêhtir berê xwe dide kompozîsyon, reng û ronahiyê û bi vî awayî tiştên bingehîn yên hunera wênegirtinê fêhm dike û xwe di vî karî de bi pêş dixe. Zay Yar Lin bi wêneyên ku ji jor ve digire navdar e lê ew di heman demê de çîrok û serhatiyên mirovan jî diqefêle û bi çavên xwe yên çê, dibe wênegirekî baş yê dinyayê.

Zay Yar Lin sala 2014’an dest bi karê wêngiriyê kiriye û xwe bi xwe fêrî vî karî kiriye. Ew hîna jî xwe fêr dike û di nav lêgerînekê de ye. Ji ber ku ew di keştiyekê de kaptan e, nikare wexta xwe hemûyî bide vî karî, lê ew di demên xwe yên vala de û her wiha di betlaneya xwe de bi girtina wêneyan re mijûl e û ji vî karî gelekî hez dike. Zay Yar Lin, herî zêde bi wêneyê xwe yê karkerê keştiyê yê ku wî ji jor ve girtiye, tê naskirin û gelek wêneyên wî yên bi vî rengî hene. Gava karkerekî keştiyê bi şûştina keştiyê re mijûl e, Zay Yar Lin wêneyê wî ji jor ve girtiye û di dawiyê de dîmenekî balkêş derketiye holê. Zay Yar Lin di vî warî de gelekî pêşangeh jî vekirine û xelatên wî jî hene. Zay Yar Lin dibêje, “Ez hîna jî diceribînim, karê ku ez dikim, yanî kaptanî niha ji karê wênegiriyê dûr e, lê dihizirim ku ez nêzî armanc û hedefa xwe me.”

Jê re li hev hat, bû wênegir

Zay Yar Lin ji zarokatiya xwe ve ji wêneyan hez dike, lê dibêje, min qet bawer nedikir ez ê rojekê bibim wênegir. Zay Yar Lin dibêje, “Erê min hez dikir, lê min bawer nedikir ez ê bibim wênegir. Gava min li ser Facebook û hesabên medyaya civakî yên din wêneyên baş ên ku îlhamê didin mirov dîtin, min jî xwest ez jî heman wênayan bigirim. Lê mixabin derbarê wênegirtinê de min bi tiştekî nizanibû. Hevalekî min got, bi rêya google tu dikarî hîn bibî. Min jî lê guhdarî kir û bi malperên wêneyan daketim û ji wan fêrî gelek tiştan bûm. Wek wênegirekî ku xwe bi xwe hînî vî karî bûye, li ser navê xwe bibêjim, ez ji van malperan fêrî wênegirtinê bûm û weneyên min li wir dîtî, gelek îlham dan min, kirin ku ez ji vî karî hez bikim û di pratîkê de xwe nîşan bidim.”

Zay Yar Lin dibêje, weneyê ku wî qet ji bîr nekiriye, ew wêne ye ku di kovara “National Geographic” de derketiye. Wêneyê bi navê “Transporter” (Barkêş). Zay Yar Lin serpêhatiya xwe ya vî wêneyî wiha tîne ziman, “Kêliyeke spontane bû, ji hêlekê ve rengê sor yê keştiyê û ji hêla din ve jî rengê behrê yê şîn. Di nav van her du rengan de karkerekî ku hesinên keştiyê boyax dikir, bi çavê min ket. Ev ji bo min kêliyeke pirr xweş bû û min ev kêlî zeft kir.”

Wênegirên dinyayê dişopîne

Zay Yar Lin bêhtir bi makîneya “Nikon”ê kar dike û wêneyên xwe bi vê makîneyê digire. Wî berê Nikon D600 û D750 bikaraniye, lê niha jî D850 bi kar tîne û ji encamên Nikonê kêfxweş e. Zay Yar Lin dibêje, ew gelek wênegiran dişopîne û ji bo vî karî favoriyê wî hene û ew ji wan hînî vî karî bûye. Zay Yar Lin dibêje, “Êz bêhtir ji platforma Instagramê hez dikim û ji bo wênegiran, wê weke platformeke baş dibînim. Li ser Instagramê ez gelek wênegiran dişopînim û ji wan fêrî wênegirtinê dibim. Ji bo wêneyên menzereyan Daniel Kordan; ji bo wêneyên geştê û belgeyî Steve McCurry; ji bo wêneyên dawetan Emin Kuliyev; ji bo çîrok û serhatiyan û dîsa belgeyan National Geographic; ji bo wêneyên reş û spî û minîmalîst Jason M. Peterson; ji bo wêneyên kuçe û kolanan Vinet Vohra; ji bo wêneyên peyzaj û xwezayê Alex Noriega; ji bo wêneyên portre Sean Archer û ji bo wêneyên ji hewayê tên girtîn jî SkyPixelê dişopînim û li karên wan dinihêrim.”

Her tişt ronahî ye

Zay Yar Lin herî ji bo kesên dixwazin fêrî wênegirtinê bibin jî dibêje, di destpêkê de divê ew agahiyên bingehîn hîn bibin û gotinên xwe wiha pê de diçe, “Wêneyên baş ji ronahî, kompozîsyon, kêlî û serhatiyan pêk tên. Di wênegirtinê de ronahî tişta herî sereke ye, divê mirov ronahiyê bişopîne û zanibe wê bi kar bîne. Her wiha hûn dikarin bi wan komên online re têkiliyê deynin, yên ku bi wêne re mijûl in û bi vî awayî jî xwe bi pêş bixin. Ez herî zêde jî koma ‘National Geographic Your Shot’ pêşniyaz dikim ji bo ciwanên ku dixwazin bi vî karî re mijûl bibin. Hûn dikarin bi hêsanî wêneyên xwe li vê malperê bar bikin û şiroveyên edîtoran yên derbarê wêneyên xwe de bixwînin.”
Zay Yar Lin herî dawî dibêje, bişkoka wênekêşê jî wek firçeyê ye. Heger hûn nizanibin xêz yan jî boyax bikin, firçeya herî baş jî di destê we de be hûn ê nikaribin wêneyekî baş derxin holê. 

Ji malpera jêr ya Zay Yar Lin hûn dikarin berê xwe bidin wêneyên wî;
https://zayyarlin.photoshelter.com/index

NAVENDA NÛÇEYAN