• Jina ciwan a Mexribî Esma Emcdûd beşdarî pêşbirka wênegiriyê ya navneteweyî li Lubnanê bû, û bû baştirîn û ciwantirîn wênegira sala 2021’an. 

HENAN HARIT / JINHA/MEXRÎB

Jina ciwan a Mexribî Esma Emcdûd beşdarî pêşbirka wênegiriyê ya navneteweyî li Lubnanê bû, û bû baştirîn û ciwantirîn wênegira sala 2021’an. 

Esma behsa serpêhatiya xwe û hezkirina xwe ya ji wênegirtinê kir. Esma got, xewna wê bû ku kamerayeke wê hebe:

“Dema ku ez bûm xwediya kamerayê, min kêf û şahiyek ku nayê gotin, hîs kir. Ji wê rojê ve heta niha ez diçim ku derê, kameraya min bi min re ye, ji xeynî saetên xewê û saetên ku ez li dibistanê me.”

Gava zaroka pêşî bavê wê kamerayê dide dest û wê hîn dike: “Min dixwest ez jî kamerayê bigirim destê xwe û lê mêze bikim bê çi di hundirê wê de heye. Bavê min kamera dida destên min û ez hîn dikirim ka mirov wê çawa digire, dixebitîne û wêneyan pê digire.”

Wênegira herî piçûk ya Agadir

Ew niha xwendina xwe di sinifa sêyemîn a amadeyî de didomîne û ji bo hînbûna mekanîzmayên wênegirtinê jî beşdarî kursên perwerdeyê dibe: “Bûyera herî girîng di rêya min de beşdarbûna min a Festîvala Hefteya Moda ya Navdewletî ya Agadirê bû. Ez wênegira herî piçûk bûm û erka min girtina wêneyên modelan bû. Wêneyên ku min girtin, organîzator û modelan pirr ecibandin. Modelan û organîzatorên çalakiyên herêmî ji bo hin bûyerên ku li seranserê bajarê min Agadir tên organîzekirin, bi min re peymanan datînin.”

Esma dide zanîn ku rojekê rêvebera Festîvala Moda ya Agadirê pê re têkilî daniye: “Wê ji min xwest, ez beşdarî pêşbirka navneteweyî ya wênegira herî baş a li Londonê bibim. Ez bi wêneyên xwezayî û wêneyên portreyê beşdarî festîvalê bûm.

Tevî ku ez bi xwe û xebata xwe bawer bûm jî ez nedifikirîm ku ez ê bi ser bikevim.”


 

Ev ji bo min rûmet e

Esma bi wergirtina xelata wênegira herî piçûk û baş a salên 2021-2022´an gelekî bextewer bûye: “Ji min re weke rûmet û erkekê ye ku ez bi hêza xwe hemûyî karibim nûnertiya welatê xwe di çalakiyên navneteweyî de bikim.”

Esmayê daniye ber xwe xwe bêhtir bi pêş bixe: “Ez hewl didim portreyên çîrokan û hin pirsgirêk û rewşên rojane, bigirim.

Her wiha ez portreyên jinên Mexribê jî digirim. Di yekê ji potreyên min de, pîrejineke Mexribî hebû, êzing hilgirtibûn, bi rêya vî wêneyî min xwest bibêjim, jinên Mexribî bi hêz in. Hewldana min a wênegirtina portreyan belgekirina bûyer, hest û ramanan e.”