Wêne mirov û bajar

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 14 Kanûn 2022 - 05:40

  • Wênegir Fan Ho yê ji Çînê, bi wêneyên xwe “ruhê berxwedêr ê insanan” nîşan dide. Di wêneyên wî de estetîk, poetîka, felsefe û sînerjiyeke şexsî li pêş e; vê sînerjiyê kiriye ku wêneyan baş şirove bike û kêliyên baş tomar bike

XASÊ CÛNÊ

 

Wênegir Fan Ho gava sala 2016´an wefat kir, wî li pey xwe navekî welê hişt ku jê re “Cartier Bresson ê rojhilat” hate gotin. Ew sala 1931´ê li Çinê hat dinê û heya dawiya emrê xwe jî wêne girtin. Koleksiyoneke wî ya bêhempa heye. Wêneyên wî yên reş û spî hunerê wî xweşik nîşanî me dide. Wî ev wêne di salên 1950’î de li Hong Kongê girtine. Ew ji bo vî karî bike, pirr xwe diêşîne û ji bo hunerê wênegiriyê gelekî hewl daye. Yek ji wan wêneyên wî yên reş û spî, wî sala 1957’an, li Hong Kongê girtiye; ew wêne “ruhê insan ê berxwedêr” nîşan dide. Wî heta niha qederê 300 xelatî wergirtine û ew weke yekî ji 10 wênegirên herî baş ên dinyayê hat nîşandan. Di wêneyên wî de estetîk, poetîka, felsefe û sînerjiyeke şexsî li pêş e, vê sînerjiyê kiriye ku wêneyan baş şirove bike û kêliyên baş tomar bike.

Portfoliyoya wêneyên Fan Ho ya bi navê “Hezkirina min ya wênegiriyê û jiyana min” hefteya bihurî li Hong Kongê li “Blue Lotus Gallery” hate nîşandan.  Beriya ku bi vê retrospektîfê karên wî werin nîşandan malbata wî der barê jiyana wî de nirxandineke bi vî rengî kir, “Di dilê me de cihê Fan Ho her tim taybet e. Dema em li wêneyên wî dinihêrin, em her tim tiştên zindî diqefêlin, nexasim jî wêneyên wî yên ku ruhê berxwedêr ê insanan teswîr dikin. Her wiha portreyên wî yên kevn jî vê yekê bi me didin hîskirin.”

‘Wênegiriya hunerî’ kifş dike

Fan Ho dema dibe 14 salî bi “Kodak Browine” wêneyan digire. Ew demekê bi vî awayî wêneyan digire û çend salan paşê, bavê wî ji wî re makîneyeke “Rolleiflex” ya bi lens dikire. Malbata wî jî ji bo ku ew karibe bi rehetî li kolanan wêneyan bigire, mala xwe bar dike Hong Kongê. Fan Ho, li Hong Kongê di vî karî de bêhtir bi pêş dikeve û gelek wêneyên Hong Kongê yên reş û spî digire. Fan Ho wiha behsa lêgerîna xwe ya wênegiriyê dike: “Ev bû 20 sal ku ez wêneyan digirim. Destpêkê bêhtir min wêneyên jiyana rojane yên li kolanan digirtin. Lê bi demê re çavên min çêtir bûn û min ‘wênegiriya hunerî’ kifş kir.”

 

Insan xwe mubalexe dikin

Fan Ho dema sala 1952’yan, wêneyên xwe dişîne ji bo hin salonan da ku wan nîşan bide bersiveke nerênî digire. Ev yek wî gelekî diêşîne û li hemberî xeyalên ku dixwaze pêk bîne, dibe asteng. Lê ew bi israr vî karî didomîne û piştî çend salên din “Storn Approaching” karên wî dibîne û nîşan dide. Bi vî awayî kela canê wî radibe û li hunerê wênegiriyê bêhtir germ dibe. Ew wiha behsa wî wêneyê xwe dike yê ku ji bo nîşandanê hatiye qebûlkirin: “Di bin ewrên reş û tarî de, li ber peravên behrê, ez insanên ku çopê kom dikin, nîşan didim. Ev ji bo min metaforek bû, ez dibêjim li vê dinyayê insan ne girîng in.” Fan Ho di gelek wêneyên xwe de hêla wêneyan ya belgeyî radixe ber çavan. Lê, dema vê yekê dike, xema hunerî jî pê re heye û ew bi vê hêlê wêneyên xwe bi heztir dike.

Wêneyên weke helbestan

Hin wêneyên Fan Ho weke helbestê ne û hestên pirr xweşik ava dikin di ruhê insanan de.  Mirov dikare van wêneyên wî, weke “xweşikiyeke jidil” jî binirxîne. Ji lewre estetîkeke wî ya saf û henûn heye. Her wiha di hin wêneyên wî de jî îfadeyên razber li pêş in, ev razberî bûye zimenekî wêneyên wî.  Wî bi zanebûn, hin tişt sembolîze jî kirine. Yanî di wêneyên wî de îfadeyên şexsî pirr li pêş in û gelek wêneyên wî bi çavekî subjektîv hatine girtin. Tişta ku wêneyên wî xurt dikin jî ev hêla wî ye jixwe. 

 

Afirînerî û eceleya êvarê

Fan Ho weneyê xwe yê bi navê “As Evening Hurries By” (Gava êvar ecele dibihure) ku di sala 1955’an de girtiye ji bo rêwîtiya xwe ya wênegiriyê pirr girîng dibîne. Ev wêne dike ku paşê ew weneyên baştir yên kolanan bigire. Fan Ho dide zanîn û dibêje, “Ev wêne li ser girtina şêwaza min a weneyan û her wiha afirîneriya min ya di vî warî de nîmûneyeke baş e. Ez ji vî wêneyê xwe pirr hez dikim. Ji bo min lûtkeyek e. Ew bi heybeta xwe ‘têgeheke atmosferîk’ nîşanî me dide. Paşê jî bandora vê yekê li ser wêneyên min gelek bû.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.