Wêneyê herî kevin ê Pizzeyekê, yê em pê dizanin li bajarê antîk ê Romaya kevnar, Pompeii hat dîtin. Ew “fresco” yanî wêneyekî li ser dîwaran bû. Ne dûrî Napoliya îro, li nav xirbeyên Pompeii, li ser weneyên li ser dîwarekî arkeologan wêneyek dît û li ser wî wêneyî, diyar e ku awayê pêşî yê pîzzayekê jî hatiye xêzkirin. Jixwe Napolî paşê wê bi Pizzayê navdar bibûna.

Bajarê Pompeii, beriya bi du hezar salan ji ber teqîna volkanê Vesûvê di binẉxweliya volkanî de mabû.

Li ser wêneyekî li ser dîwarekî, xwarin û qedehek şerab jî tê dîtin. Lê bala lêkoleran bêhtir çûye ser nanekî weke qursikekê glover ê li aliyê çepê: Pirr zêde dişibe pîzzaya roja me ya îro.

Lê helbet ew ne weke pîzzaya roja me ya îro bû, lewma penîrê mozerela, di sedsala 12´an de li Îtalya hatiye çêkirin, herçî firengî ne, ji Emerîkayê hat anîn û ji sedsala 16´an û pê ve li Ewrûpayê belav bû.

Li gorî arkeologan li ser wê qursika dişibe pîzzayê de gelek cûreyên mîweyan hene: ew dibêjin wan hinar nas kirine û yeke din jî dişibe xurmeyê. Li ser nan jî ava sebze û giyayan yanî şiklekî pestoyê heye û navê wê bi latînî moretum e. Di nava moretum de herwiha penîrekî weke melhemê nerm jî hebûye.

Axir yanî em dûv dirêj nekin, ev pîzzayek bûye, lê yeke beriya çêkirina pîzza margheritayê.

ROMA