‘Welatê Min’ welatê me vedibêje

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Kanûn 2021 - 22:00

  • Hozanê sosyalîst Yannis Ritsos ê Yewnanî dibêje "Divê helbest hestên 'ez jî dikarim vê binivîsim' bi xwîneran re bide çêkirin." Gelo mirov dikare vê weke pîvanekê bipejîrîne? 

erd Agron

Hozanê sosyalîst Yannis Ritsos ê Yewnanî dibêje "Divê helbest hestên 'ez jî dikarim vê binivîsim' bi xwîneran re bide çêkirin." Gelo mirov dikare vê weke pîvanekê bipejîrîne? Yanî mirov dikare têkiliyeke aktîf di navbera helbestvan, helbest û xwîner de li ser vî esasî saz bike? Ku wisa be, mirov ê karibe helbestê li ku bibîne nas bike? Dema ku mirov rahişt pirtûkekê da ku bixwîne, bi vî awayî mirov ê bikaribe çavkaniya helbestekê fêm bike?

Pirtûka Medya Yaklav ya bi navê "Welatê Min" ku ji nav weşanên Aramê derket, di vî warî de bersivên zelal dihewîne. Hema mirov kîjan helbestê dixwîne, ew hesta "Ez jî dikarim vê binivîsîm" bi mirov re çêdibe. Lê nivîsandin tiştekî din e. Tu dibêjî qey kêliyeke sihêrbar e. Dema ku mirov pirtûkê datîne aliyekî û dixwaze binivîsîne mirov tuşî afirînerî û hilberîneriyeke ji mirov zêdetir dibe. Medya, helbestên xwe bi afirîneriyeke diltenik bi hilberîneriyeke bi zerafet, bi hizyariyeke dilnizm û gotinxweşiyeke ji dil hûnane. Rast e, em ne xerîbê êşa ku niziliye helbestên wê jî, ne xerîbê coşa ku herikiye helbestên wê jî ne. Ji bo vê, tavilê têkîliyeke zindî û aktîf di navbera Medya, helbest û xwîner de saz dibe. Me berê jî gotibû, helbest jî weke helwêstê ji binbîriyeke kolektîf tê.

Bi formeke serbest helbest nivîsiye

Di "Welatê Min" de dengekî nas xwe dide hisandin. Dengê Medyayê. Em wê ji helbestên wê yên di pirtûkeke kolektîf -ku bi pirranî ji helbestên wê pêk dihat - ("Lîlan be dil", j&j) û helbestên wê yên di pêşbirkan de serketî, nas dikin. Di van helbestan da tirseke nediyar hebû, ji mirov ve dixwiya.

Lê di helbestên pirtûka wê de bixwebawerî û rihetiya li ser hin razan vebûne, diyar dibe. Belkî em qet bi ser vê razê ve nebin lê em ê karibin bi ser şopa xuyangên serhildêr, zerafeta bihîzyariya wê ya jinane ve bibin.    

Bi zimanekî şayik û zelal vedibêje. Car caran lomeyên xwe li jiyanê dike lê her tim jî hay ji rastî, giranî, binbarî û berpirsyariya jiyanê heye. Wexta ku di helbesta xwe ya bi navê "nepen" de dibêje "xewnên jineke pirtî didim / aşiqekî, wan distirîne / kes nabihîze!" vê rastiyê rave dike.

Helbestên xwe di forma serbest de nivîsîne. Her çiqas bi mijar û têmayên cuda hatibin nivîsandin jî kirdeyê helbestên wê her tim ne ew bi xwe ye.

Bi hesasiyeteke jinane dikare subjeyeke transcendent biafirîne.

Gerokê xewnan belav dike kî ye? 

Vê care helbestên Medya bêhtir girtî û bêhtir nixamtî ne. Mirov mecbûr dimîne ku bi pey hin hêmanên helbestên wê bikeve. Ji ber ku ew sembolan ji xwe re çêdike. Gerok, xewnên şeva çarşemê, porê pîra xezo, ristik û hwd. ne îmajên ji rêzê ne. Ji ber vê, rê li ber pirsan vedikin. Gerokê xewnan belav dike kî ye? Tişta ku xewnên şeva çarşemê ji xewnên din cuda dike çi ye? Pîra Xezo kî ye û çima porê Pîra Xezo di kuna xaniyekî axeban de veşartiye? Wê bi kûrahiya wate û têgihiştina jiyana wê ve rasterast têkildar e. Dema ku Cemal Sureya digot, "Jiyana helbestvan jî li ser helbesta helbestvan e" qala vê dikir. Aha "Jan" jî yek ji hêmanên jiyana wê ye ku li ser helbesta wê ye. Jan, birîneke nekewandî ye. Car caran weke êşekê, car caran weke hestekê, car caran weke xweziyekê di dil de mayî, car caran nav, hevalnav car caran jî weke peyveke li derveyî helbestê hatiye hiştin derdikeve pêşberî me.

Hin birîn divê neyên kewandin

Hin birînên nekewandî mirov dixwin. Hin birîn jî hene ku divê neyên kewandin û tim jî mirov bixwin. Herçi ku birîndarê birînên nekewandî be, helbestvan e. Helwêsta wî/wê jî tim helwêsta birîndaran e. Ma ne di helbesta xwe ya bi navê ‘‘Tarî’’ de dema dibêje, "kîjan azadî yê min ji te re / te ji min re bîne JAN’’ behsa birîneke nebinavkirî dike? Ma dema di helbesta "Tu nabînî" de dibêje, "bêşûşiyeke bi jan-e li ser / lêvên min" jî qey jan dîsa ne êşa birîneke nekewandî ye ku xwe dide der?

‘Çavên diya te kor bin’

Dema ku mirov helbestên jineke helbestvan bixwîne, helbet mirov ê rastî helbestên wilo bê, yên ku bi hin taybetî û reseniyên xwe ji yên mêrekî helbestvan cudatir bala mirov bikişînin. Mêrekî helbestvan jî dikare gelek tiştan bişibîne dayikê (welat, bajar, jineke jidil...) û dayikê jî bişibîne gelek tiştan (welat, xwedawend, dildar, roj, heyv û hwd.) Dikare jinê jî têxe bingehê vegotin û hûnerê helbesta xwe, bi vî awayî dikare bibe xwedî temsîliyeteke serketî jî di hunerê vegotinê de. Lê ev mijar di destê Medya de bi awayekî din tê şêwandin ku bi ti awayî nayê bîra mêrekî. Di helbesta xwe ya bi navê "Çavên diya te kor bin" de dibêje:

"Erê, diyê, dayikên
tevahî cîhanê
çavên diya we kor be!"

Ji dilsozî û jidiliya wan tê

Bi hêza van sê rêzikan û bibîrxistana serbest ew têgihîştineke ku ketiye qalibekî (û qalikekî) statîk dişikîne û banga têkiliyeke nû li me dike ku bi dayikan re were saz kirin. Dayika me hemiyan bi hezaran caran xwe bi qurbana me kiriye, ji bo her êşên me çav li xwe kor kiriye û ev têkilî ti carî li telê me jî neketiye; em pê xemgîn nebûne. Tew hestên kêfxweşî, bextewariyê bi me re dane çêkirin. Ji ber vê vegotinên Medya vegotina têkiliyeke nû înşakirinê ye. Jixwe bi ya wê rastiyên jandêr çavên wan kor, dilê wan sar kirine. Loma jî bi rihetî dikarin bibêjin "çavên diya we kor be."

Li hêla Tetwan, Hîzan, Şax, Westan û Miksê serê gotina dayikan "dayê gorî", binê gotina wan "dayê gorî" ye. Dixwazî bila nas bin dixwazî bila xerîb, herçi ku di temenê zarokên wan de bin, wisa bi wan re diaxivin. Helbet ev ji dilsozî û jidiliya wan tê. Lê ev barê jiyanê yê ku li miriyeke zindî hatiye bar kirin jî ifade dike. Piştî rêzikên Medya bihîzyariya jinane (ku esas her mêr hinekî jî jin e) di mirov digere û mirov ji xwe şerm dike ka çima mirov heta niha hiştiye ku dayik xwe gorî mirov bike, çavê xwe ji bo mirov birêje.

Ma jin wisa ye qey?

Ew bihîzyariya xwe ya jinane bi dilsozî û kezebşewitî didomîne. Di helbesta xwe ya bi navê "Bazar" helwêstên paşverû teşhîr dike. 

"Golik, berxik û ez
Li bazarê di mezatê de ne"

Feraseta pênc hezar salan e. Roj hatiye di pey karik û berxikê re hatiye, roj hatiye di navbera karik û golikê de maye, lê niha hatiye keşifkirin ku keybanûya hemû metayên bazarê ye. Lê dîsa di bazarê de ye. Orîna golikê, barîna berxikê pere nake. Here were goştê wan û postê wan e. Ma jin wisa ye qey? Postê wê jî, goştê wê jî, laşê wê jî, ruhê wê jî, ken û giriyê wê jî, kêfxweşî û aciziya wê jî, deng û bêdengiya wê jî pere dike êdî û jin dîsa li bazarê ye û bazar bi wê geş e. Helbet ew ê roj were em ê rêzikên Medya yên di vê mijarê de jî bixwînin lê ew niha di helbesta xwe ya bi navê "Ne kulîlk im" de zayendperestiya ku xwe bi maskeyên nuwazdariyê nixamtiye bi dilnizmî teşhîr dike û îtiraz dike.

"Ger tu bixwazî bişkînî
di destê te de dibim
gerdena binevşekê
Ger tu bixwazî biçilmisînî
bi tevahî zindîbûna xwe nêrgiz im!
ez a ku çarenûsa kulîlkan
dijîm, ne kulîlk im!"

Maneya qîrînê nîne

Wateya qîrînê nîne. Wate di bin bihîzyariyeke tenik de veşartî maye. Wate di bin kamiliya giyanî û îtirazeke bi dengê êlî de nixamtî maye. Wate di hebûna helbesteke kinik de şuhle daye. Êşên zayendeke bextreş xwe bi nazenînî daye der. Bi vî awayî têkiliyeke çawa bi rastiyê re, bi zayendeke bêrî re ewê were sazkirin, radixe ber çavan. Tabî ji binehişiyeke kolektif ya zayenda xwe.

Êşkence bi peyvên xwe nade kişandin

Munasebeteke rasterast di navbera helwest û helbesta wê de heye. Kî çawa bifikire wisa dijî. Gelo mirov nikare bibêje kî çawa radibihîze wisa dijî?

Nizanim, lê ew çawa radibihîze wisa dinivîsîne. Raman û hestên li mêzinê dixe û hevsenga wan diafirîne. Di pirtûka xwe de, ku bi xêr û gunehên wê weke pirtûka xwe ya ewil dipejirîne, her sê biwarên demê tîne ba hev û nihayeke ku kevin nabe diafirîne. 

Di hêla form de jî helbesta wê balê dikşîne ser xwe, bi taybetî jî di çend mijarên esasî de. Yek ji van, 'bi rengdêran êşkence bi peyvên xwe nade kişandin.' derfet dide xwehilberandina wateyê. Di sazkirina helbesta wê de hiyerarşiyeke bixuye jî ev ji bo pergala ku diafirîne ye. Lê navdêrên wê qenaetkar in, ne wek navderên "lewheya edem" in ku dawa rengdêran bikin.

‘Ji rehên dilê xwe ristikekê rêz dikim’

Di helbesta Medya de meyla neolojîzmê (her çiqas ceribandinek du bala mirov bikşînin jî) nîne. Dema ku sînorên Kurmancî jê re teng tên berê xwe dide Soranî û Hewramî. Bêhtir meyla peyvên nîvruhî dike, ruh û xwîn di wan digerîne û li ser ferhanga xwe zêde dike. Peyva ku ket ferhenga helbestvanan êdî nemir dibe. Çend peyvên Medya wiha ne: ristik, kespik, dur (ji xeynî helbestvanên me yên klasîk çend kesan dur bi kar aniye?), qemûşk û hwd. Jixwe dema ku dibêje:

"ji rehên dilê xwe ristikekî rêz dikim
li ristikê niqit niqit bi xwîna xwe
moriya lê rast dikim
xelata min ev e ji te re
dervî vê tiştekî min tune"

Em vê dilsoziya bi peyvan re dibînin. Xwezî bi wê peyvê ku bi demar û xwîna jineke helbestvan ruh û giyan girtiye, xwîn lê periyaye.

Her çiqas helbestên xwe bi forma serbest nivîsandibe jî cih bi cih rîtm û ahenga wêjeya klasîk jî xwe li helbestên wê dide der û car caran em rastî nîv alîterasyonên weke "zenê zîn im li zindan" jî tên. Helbet ev ne qisûr in. Dijberî vê lêgerîna wê ya bi azwer a helbesteke serketî îfade dikin. 

"Welatê Min" welatê me vedibêje. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.