- Jîriko û Hevalên Xwe aniha li zarokistanan tê bikaranîn. Her çiqas dereng gihişt ber destê mamosteyan jî, ez bertekên xweş ji mamosteyan dibihîzim. Ev sala pêşîye ku tê bikaranîn û em li gorî pratîkê tecrûbeyan dinirxînin.
BERFÎN ÎDE DEMÎRAL
Dema ez li kolejeke taybet diketim dersa Îngîlîzî ya zarokên pêşdibistanê (2009), min setên zimanê Îngîlîzî yên ji aliyê zanîngeh û weşanxaneyên mezin ên îngîlîzan bi kar anîn. Ew set bi rêbaza TPR hatibûn amadekirin û gelek kêfa zarokan jê ra dihatin. Zarokên 4-6 salî bi kêfxweşî û rehetî tevlî pêvajoya fêrbûn û bidestxistina zimanê Îngîlîzî dibûn. Rojekê hema weha fikreke peyda bû: Gelo xebateke bi vî rengî ji bo zimanê kurdî hebe dê çiqas bi bandor be! Ji bo zarokên pêşdibistanê hîç materyal tunebûn û hîn zarokistan jî venebûbûn. Lê min got berî ku zarokistan vebin teqez divê materyalên perwerdeya zimanê kurdî ji bo zarokên pêşdibistanê hebin û gerek em her metodên bibandor û zanistî bi kar bînin. Weha min dest bi xebatê kir. Lê pirsgirêkeke mezin hebû; ew materyalên îngîlîzî ji bo perdwerdeya zimanê biyanî bûn û naverokên wan ji bo perwerdeya zimanê dayikê gelekî sivik û qels bûn. Ji ber vê, min dest bi xebateke bi rêbazên zanistî lê ji aliyê naverokê ve têrî û tijê kir. Ji ber ku ne tenê zarok her weha malbat û derdora zarokên me jî asîmîle bûne. Zarokên kurd ji zimanê xwe yê dayikê bi her awayî bê par mane. Zarokên me di rewşeke pir zor û zehmet de ne û divê ez wek kesek, mamosteyek kurd divê bi awayekî berpirs tevbigerim û tiştekî bikim. Min xwe wek deyndareke zarokên kurd dît û bi motîvasyoneke mezin ev seta zimanê kurdî amade kir. Di destpêkê rojê 10 saetan li ser dixebitîm. Set gelekî tijê û berfireh bû, car carinan dixetimîm û min navber dida. Lê dema konsantre dibûm û li ser kûr dibûm, kar pir xweş diherikî; min fêm nedikir ku çawa dem derbas dibû.
Bi salan li ser xebitîm, min tenê nivîskariya wê nekir, wek koordînatorê wê heta ku çap bû, di her gavên wê de min cih girt. Di nirxandina pedagojîk û redaksiyonê de bi awayekî çalak û bi roleke sereke ez dîsa xebîtîm. Bi wênesaz, grafîker re gav bi gav me hemû pirtûk û kartên wê gihand ber çapê.
‘Karê stûdyoyê ez westandim’
Lê karê herî min westand û demeke dirêj dom kir karê stûdyo bû; ez bi awayekî çalak di afirandina melodî, dengdayîn, aranjorî, revîzekirin û parvekirina wan a ser Youtubê da bi kesên pêwendidar re xebitîm. Ango ez gelekî bi xebatê re westiyam. Bi taybet,î di karê studyo de hinek hevalên me bi dilxwazî tevlî projeyê bûn. Berfîn Aktay, Şehrîban Guneş, Berçem Yildirim, Bedriye Dîkenyol û Mîzgîn Yildirim bi dengên xwe di xebatê de cih girtin. Bi taybetî, Berfîn Aktay can da dengê Jîriko û Berçem Yildirim jî bû dengê Nazdar. Ev jî şanseke mezin bû, em bi du kesên profesyonel re xebitîn. Her weha aranjoriya xebatê ji aliyê du kesan ve hate kirin. Di destpêkê de kar gelekî nîvçe û ji alîyê teknîk ve ne baş bû. Aranjor di dest ji xebatê berda û xebat sekinî. Çend sal şunde karê studyo ji aliyê Ramîn Rabiei û koma wî ve hat qedandin.
Xebat 10 salên wê dixwe!
Ev xebat tam 10 salên min xwar. Sedema dirêjbûna wê piranî pirsgirêkên kurdan û malîyeta wê ya zêde bû. Her çiqas saziya ziman berê jî hinek desteka malî dabû jî, ji ber pêvajoya xendek û qeyuman xebat salên dirêj sekinî. Paşê, min bi derfetên xwe karê studyo û wêne dan qedandin. Min ji bo wan jî çend kredî ji bankayan kişand. Li vir jî bi taybetî Mîr Celadet Bedirxan û xizmeta wî ya ji bo zimanê kurdî ji min re bû motîvasyoneke mezin. Ji bo kovara Hawarê derxe, wî ji bîrê av derdixist.. wek kurdekî zana tenê li encamê nêrî û ew bi fedekariyê bi ser ket. Min jî fêmkir ku ez fedakariyê nekim dê ev xebat tu carî dernekeve. Ev fedakarî ked, dem, pere.. çi hewce bû min kir. Carinan ji xetimandinê gelekî aciz dibûm û nizanim ez çend caran li ser xebatê ji kerban giriyam.
Lê di pêvajoya çapê da hinek kesên welatperwer mil dan xebatê û hîşt ku pêvajo bi lez bimeşe. Ji van kesana yek mamoste Rêdûr Dîjle ye. Bi rastî jî, bi desteka hinek kurdên diltenik xebat qediya. Di encamê da bi destek û xwedîderketina MED-DERê xebat derket û kêfxweşiyeke mezin da min ku ev xebat aniha gihîşt xwediyên xwe, zarokên xwe.
Berhema MED-DER’ê li Zarokistanê tê bikaranîn
Berhem aniha li zarokistanan tê bikaranîn. Her çiqas dereng gihişt ber destê mamosteyan jî, ez bertekên xweş ji mamosteyan dibihîzim. Ev sala pêşîye ku tê bikaranîn û em li gorî pratîkê tecrûbeyan dinirxînin. Ev xebat her çiqas ji bo zarokên 5-6 salî hatibe amadekirin jî, di pratîkê de em dibînin ku ji bo zarokên 4 salî jî gelekî bi kêr tê.
Seta JÎRIKO û HEVALÊN XWE wek berhemeke MED-DER’ê di dawiya sala 2024’an de çapa yekem û di destpêka sala 2025’an de jî çapa duyem kiriye.
Berfîn Îde Demiral kî ye?
Bi eslê xwe ji Wêranşarê ye, li gundê Sêvik ya girêdayî Wêranşarê ji dayik bûye. Ji aliyê dêya xwe ve ji çanda Qerejdaxê, ji aliyê bavê xwe ve ji çanda Derîkê ya Mêrdînê vexwariye û ji ber ku salên dirêj li Amedê jiyaye, di kaniyên girîng ên kurdî de bûye xwedî nasname û çanda kurdî ya resen. Dibistana seretayî li Serêkaniyê, ya navîn li Wêranşarê, Lîse li Stenbolê xwendiye. Lîsansa xwe li Fakûlteya Perwerdeyê ya Zaningeha Dîjleyê, di beşa Mamostetîya Zimanê Îngilîzî de kirîye. Paşê, li Zaningeha Artûklûyê ya Mêrdînê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de mastira bitez qedandiye. Teza xwe li ser Kovarên Zarokan ên Kurmancî û Nirxên Wan ên Perwerdeyê amade kiriye. Beşdarî gelek kursên li ser zarok û perwerdeya ziman bûye. Bi giştî 16 sal wek mamosteya zimanê Îngîlîzî li dibistanên fermî xebitiye. Demekê di kolejeke taybet de ketiye dersa Înglîzî ya zarokên pêşdibistanê. Bi vî awayî, ji pêşdibistanê heta lîseyê mamostetiya zarok û ciwanan kiriye. Ji zarokan pir hez dike û perwerdeya zimanê dayikê ji bo zarokan wek şîrê dayikê helal û girîng dibîne.
*Ev nivîs li ser malpera Înfowelat hatiye parvekirin û bi destûra wan em li vîr jî didin.