ÛRFAN KENÎ / DIYARNAME
Li Madrîdê bi navê “Ji Venezuela heta Kurdistanê” pirtûkeke nû ji aliyê Weşanên Kalathose ve hat çapkirin. Pirtûka ku ji 198’an rûpelan pêk tê ji aliyê Carol Pruhunber ve hatiye nivîsandin. Carol ji Venezuelayê ye û bi xwe jî rojnameger û nivîskar e. Navê pirtûka wê dirêj “Del Venezuela al Kurdistan: Cronicas de un destino” (Ji Venezuela heta Kurdistanê: Kronolojiya Qedereke) ye.
Bi rastî em Carolê nasdikin. Lewra ev pirtûka wê ya yekemîn nîn e ku wê li ser kurdan nivîsiye. Pirtûka wê ya berê bi navê “Kurdistan’i Duşlerken: Kurt Rahman’in Tutkusu ve Olumu” ji weşanxaneya Avestayê di sala 2017’an de bi zimanê tirkî hatibû çapkirin. Pirtûk ji aliyê Dilan Bucak ji zimanê îngîlîzî hatibû wergerandin. Pirtûkeke pir pir balkeş bû.
Carol yek ji wan kesan e ku piraniya jiyana xwe daye xizmeta mesela kurdan. Wekî Manuel Martorellê yê baskî û spanyolî. Ew jî rojnameger û nivîskar e û em dikarin bêjin ku Manuel temamê jiyana xwe dayê mesela kurdan. Manuel ew kesê ku cara yekemîn bi zimanê Spanyolî li ser kurdan pirtûk nivîsandiye. Lê mixabin bi wê goranê qedr û qîmeta wî nehate naskirin di nav kurdên Başûr de. Dîsa jî em dikarin sipasiya xwe bidin weşanxaneya Avestayê ji bo ku pirtûka Manuel Martorell çapkiriye. Ev pirtûk di sala 2009’an de bi navê “Kurdistan: Yasakli Ulkeye Yolculuk” bi zimanê tirki çap bû. Pirtûk ji aliyê Îrfan Guler ve ji zimanê Spanyolî hatiye wergerandin. Ev pirtûk jî bêemsal bû. Ez bawer im çapa wê nema ye. Belkî jî dema wê ye ku careke din ware çapkirin. Jixwe pêşgotina pirtûka nû ya Carolê jî Manuel Martorell nivîsandiye.
Carol di wê pirtûka xwe de di alîkî de ji me re behsa serpêhatiyên, tecrube û ramanên xwe yên piştî rêwîtiya ber bi dilê çiyayên kurdan kiriye û aliyê din jî hurmeteke mezin dide bîranîna Yilmaz Güney û Abdurrahman Qasimlo. Ez hevî dikim di demek zû de ev pirtûk jî bê wergerandin.