Muzexaneya Silemaniyê bi boneya Roja Cîhanî ya Muzexaneyan, merasîmek lidarxist û di merasîmê de xelata rêzgirtinê pêşkêşî kesayetên di parastina şunwar û dîroka Silêmaniyê de ked dane, hat kirin.
Li Muzexaneya Silêmaniyê bi boneya Roja Cîhanî ya Muzexaneyan, bi amadebûna kesayetên hikûmî û hizbî, xelata rêzgirtinê pêşkêşî çend kesayetek ku xizmetê ji bo parastina şunwar û dîroka Silêmaniyê kirine, hat kirin.
Di merasîma ku ji aliyê Muzexaneya Silêmaniyê ve hat organîzekirin de, xelata rêzgirtinê pêşkêşî Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed, Qeymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed û çend kesayetek din hat kirin.
Di merasîmê de Rêveberê Muzexaneya Silêmaniyê Haşim Mihemed axaftinek kir û got: “Bi saya hewldan û xemxweriya we Muzexaneya Silêmaniyê li ser asta Kurdistanê gihiştiye astek gelek bilind. Spas ji bo xemxweriya we ya ji dîrok û şunwaran re.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ