Dostê Kurdan Ronan hate oxirkirin
Şemî 24 Gulan 2025 - 03:35
BARIŞ BALSEÇER / RENNES
Dostê Kurdan ê enternasyonalîst Ronan Le Louarn roja 15’ê Gulanê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Ronan li Dêra Saint-Etienne a li bajarê Rennesê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Malbata wî, dost û hempîşeyên wî, nûnerên saziyên Kurdan û Bretonê, gelek kes tevlî merasîmê bûn. Li gorî daxwaza Ronan merasîmeke ku tê de hem rîtûelên Xrîstiyanan û hem jî yê Misilmanan hate pêkanîn û bi rengekî pirzimanî hat lidarxistin.
Ew milîtanekî edaletê û gelan bû
Piştre xwişka Ronan Guyonne Le Loarn axivî û bibîrxist ku Ronan li herêma Brittany hîn di ciwantiya xwe de ji bo pêşxistina zimanê Breton weke serokê saziyê kar kir û birayê xwe weke şervanê ji bo mafên mafdar û li hemberî bê edaletiyê ti carî serî neditewand, pênase kir û wiha got:’’Ronan hertim bi zerafeta mirovekî azad, xwest takekesan, gelan, zimanan û çandan biparêze.’’ Piştre serokê Amitiés Kurdes de Bretagne (AKB) Andre Metayer axivî û got:’’Ronan yek ji pêşengên komeleya me bû û ji bo parastina mafên çandî û siyasî yên Kurdan bi temamî feda kir. Lîderekî xwedî baweriyeke xurt û cidî bû. Li Rennes û Bretonyayê kesekê/î ku dostên Kurdan û wî nas nekin nîne. Ji bo azadiya Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî tevlî çalakiyan bû, hertim tevlî Newrozan û civînan dibû.’’
Xaltîka wî û endamên din ên malbatê jî ji bo bîranîna Ronan bi Fransî û Bretonî axaftin kirin. Li Dêrê li ser daxwaza Ronan fatiha hate xwendin û wateya wê hate vegotin. Piştre beşdarên Misilman jî ji bo vê sûreyê bixwînin hatin vexwendin:’’Ey xweda! Ji Ronanê ku temenê xwe yê kurt be jî dagirtî jiyan kir re bibêje tu bi xêr hati. Ew asî bû, milîtanekî di xizmeta edaletê û mafê gelan de bû. Ji bo van erkên xwe bicîh bîne çavkaniyên ku pêdivî pê ye ji sîbera navxweyî derxist û bikaranî. Em dua bikin.’’
Em sipasiya têkoşîna te dikin
Li ser tabûta wî alên PKK’ê, Şengalê, sor û reş û Bretonyayê hatin danîn. Wêneyekî Ronan û wêneyekî wî yê ku bi şervanên YPG û YPJ’ê re kişandibû hate danîn. Piştî axaftinan bi navê Navenda Demokratîk a Kurd a Rennesê Fehmî Kaplan axivî û got:’’Têkoşîna wî wê rêya me ronî bike.’’ Bi gotina sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ rêz hate girtin. Ji AKB’ê Marie-Birgitte, peyama DEM Partî ya Ewrûpayê xwend. Hevalê Ronan biraziyê Bulent Yilmaz, peyameke Ronan a bi Kurdî xwend:’’Ronan em ji bo piştgiriya te ya têkoşîna gelê me ya 30 salî spasiya te dikin. Bi gotin û çalakiyên xwe te ala azadî, rûmet, berxwedan û serxwebûnê ya Kurdan rakire herî jorê.’’ Di dawiya merasîmê de sirûda serxwebûnû ya Breton ‘Bro gozh ma zadou’’(welatê berê yê kal û pîrên min), sitrana berxwedanê ya Fransî “Le chant des partisans” (Strana Partîzanan) hate gotin. Hate bibîrxistin ku bapîrê Ronan jî endamekî berxwedana Bretonyayê ya di şerê cîhanê yê duyemîn de bû. Piştre bilûrvanekî bînîo straneke reqsê lê da û li ser daxwaza Ronan kesên beşdar li derdora tabûtê reqisîn.