Welat Esen hêjayî xelatê bû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 17 Gulan 2021 - 04:36

Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 8’an diyar bû. Dosyaya Welat Esen a bi navê “Ev Rû, Ev Xerîbî” hêjayî xelatê hat dîtin.

 Malbata Arjen Arî bi daxuyaniyekê encama pêşbirkê parve kir û got, “Di serî de em Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Me xwest em di vê roja bi mane û taybet de encama pêşbirkê diyar bikin.”

Malbatê got, îsal 9 dosye beşdarî pêşbirkê bûne û ji nava wan a “Ev Rû, Ev Xerîbî” ya Welat Esen bûye yekemîn. Di jûriya îsal de Evîn Şikakî, Îrfan Amîda, Mueyed Teyîb, Berken Bereh û Necla Arî hebûn. 

26 sal in di hepsê de ye

Malbata Arjen Arî, derbarê Welat Esen de ev agahî dan: “Welat Esen sala 1973’yan li Dêrika Mêrdînê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Dêrikê quta kiriye. Sala 1991’an li Zanîngeha Dîcleyê di beşa mamostetiya dîrokê de dest bi xwendinê kiriye lê piştî sala dûyemîn ji ber sedemên polîtîk mecbûr maye zanîngehê biterikîne û navberê dide xwendina xwe ya zanîngehê. Esen, sala 1996’an li Izmîrê tê girtin. Esen ev 26 sal in di hepsê de ye. Nîvê emrê xwe di hepsê de derbas kiriye. Cezayê muebbetê li hatiye birrîn û heya niha li hepsên Buca, Konya, Sincan û Kirikkale maye. Ew hîna jî li hepsa Bandirmayê dîl e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.