Weke spartekek avahiyên kevirî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 13 Kanûn 2021 - 23:00

  • Çîrok li derdora zext û zordariyê dizîvire, xwe di wê çemberê de dihûne. Nivîskar hewl dide dengê bin sîwanên avahiyên kevirî bîne ziman û wan dengan bi me bide hîskirin. Vebêj jî yek ji wan kesan e ku zordarî û zordestî lê bûye. Avahiyên kevirî, metaforeke xweparastina li dijî zordestiyê ye.

DERWÊŞ ELÎ

Asli Erdogan demeke dûr û dirêj e çîrok, roman qunciknivîsan dinivîse. Berhemên wê li gelek zimanên cuda hatine wergerandin. Wergera pirtûka wê ya bi navê “Avahiya Kevirî û Ên Din” a bi Kurmancî jî ji aliyê erd Argon ve di Tebaxa 2020’an de hatiye kirin. Pirtûk ji Weşanxaneya Aryenê derketiye.

erd Agron nivîskar û helbestvanekî dîl e. Cezayê muebedê lê hatiye birrîn û ev ji 20 salan zêdetir e ku di zindanê de ye. Beriya niha pirtûkeke wî ya helbestan bi navekî din çap bû. Bi navê erd Agron jî pirtûka wî ya helbesta bi navê "dîwana hestiyan" ji Weşanên Aryenê derket. Li gorî agahiyên ku erd Agron bi rêya kesên ji derdora xwe ji me re şandiye, niha li ber destê wî 4 berhemên helbestan, 2 lêkolînên derbarê wêjeya Kurdî, 3 werger û romanek hene. Ev deh berhem jî qediyane û ji ber bêderfetiyan nayên çapkirin. 

‘Werger ji bo min rêheval e’

erd Agron pirtûka Asloi Erdoganê "Avahiya Kevirî û Ên Din" di nav şert û mercên girtîgehê de wergerand. Karê wergerê jî weke her tiştî zortir e di zindanê de. Lewra wergêr ji bo guherîneke piçûk jî bi heftiyan li benda agahiyan dima. Ev werger heya ku xelas bû, herî kêm deh caran rastî cirnexweşî û muameleyên kêfî yên rêveberiya girtîgehê hat. Lê erd Agron weke karekterekî wejêkarî bi israr û inyad li ser karê xwe hûr bû û di nav gelek zor û zehmetiyan de werger qedand. Di agahiyên derbarê vê wergerê de ku wî bi hevalên xwe re parve kirine, ew dibêje, "Werger ji bo min karê rêhevaltiyê ye. Ez wêjeya Asli Erdoganê weke rêhevalekê dibînim ji wêjeya xwe re. Weke her karê ku dikim, vî karî jî bi hestên şoreşgerî dikim."

Li dijî zordestiyê metaforeke parastinê

"Avahiyên Kevirî û Ên Din" dengê tinekirina mirovên bindest e. Dengê mirovên ji bin desthilatdariya hezar salan derdixe ber çavan. Çîrok li derdora zext û zordariyê dizîvire, xwe di wê çemberê de dihûne. Nivîskar hewl dide dengê bin sîwanên avahiyên kevirî bîne ziman û wan dengan bi me bide hîskirin. Vebêj jî yek ji wan kesan e ku zordarî û zordestî lê bûye. Avahiyên kevirî, metaforeke xweparastina li dijî zordestiyê ye.

Nivîskar jî êşa civakê dinivîse

Wextê em wan çîrokan dixwînin, hişê me diçe ser dol û newaleke Kurdistanê û avahiyên ji kevirên xaka me hatine çêkirin, têne bîra mirov. Li binê hilma stêrk û heyvê dibe şev, dengê bayî û dengê çem û kaniyan têkel êk dibin. Li binê sîwanên avahiyan ji nişka ve dengekî kûr tê bihîstin. Ev dengê sîwanên avahiya di hiltejîne, dibe sedama tirsê. Gava leşkerên Tirk digirtin ser gundan, me pişta xwe dida avahiyeke kevirî û me li tiştên diqewimî, temaşe dikir. Me xwe dida binê sîwanên (sivêrnek) xaniyan. Mîrovên êş kêşayî di nivîsên xwe de êşê tînin ziman. Herwiha nivîskar jî êşa civakekê dinivîse.

Tarîtî, dengê postalan û zordarî

Wextê ez vedigerim gundê me yê li quntara çiyayê Cîlo ku bi dehan caran hatiye şewitandin, ez wan kavilan dibînim, her carê heman tiştî hîs dikim.

Tarîtî, dengê postalên dagirkeran, tirs, zext û zordarî.

Roj wê bê, avahîyên kevirî dê bên ziman û ji me re bêjin, wan sîwanan me tevlî hemû êşên me çawa diparastin. Li binê stûn û qaîdeyên darên sipîndar û hewistên kevin. Avahiyên kevirî, kevirên xwe yên bi hostayî hatine neqişandin...

Çîrokên her bi têkoşînê didomin

Wextê min ew pirtûk xwend, vîdeoyek* hat bîra min. Malbateke Keldanî  piştî çend salan vedigere gundê xwe yê Elkê,  Mehrî, û li ber bayê Kato avahiyên xwe nû dike. Bi hostayî keviran dide ber hev û li ber vîdeoyê dengê wan û kêfxweşiya wan têkel êk dibe. Piştî hingê, ji nişka ve berze dibin, Şîmonî û Hûrmûz Dîril têkel tarîtiya avahiyên kevirî dibin. 

Di çîrokên Asli Erdoganê de hemû cih dişibin hev. Di mekanên çîrokê hemûyan de tarîtî, daristan, çiya û zinarên bilind, kendalên asê, cih derûniya lehengên çîrokan dide nîşan. Çîrokên tijî serpêhatî û her bi têkoşînê didomin.

*Şîmonî û Hûrmûz Dîril, tevî zarokên xwe weke malbateke Keldanî ji nûve li gundê Mehrî vegeriyan û li wir ji xwe re bi keviran malek çêkirin. Lê Şîmonî û Hûrmûz bi carekê winda bûn. 70 rojan piştre kurê wan Kemal Dirîl cenazeyê Şîmonî Dîril nêzîkî gudn dît. Lê ji hingê ve heta niha jî kesî hûrmûz Dîril nedîtiye. Derhêner Etna Ozbek bi belgefilma “Nosema” behsa hefteya dawî ya malbata Dîril dike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.