Wê folklor kir science-fiction

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Çile 2024 - 03:54

Hunermend Morehshin Allahyari (Morehşîn Elahyarî) hunermendeke welê ye ya ku bi lêkolîn û înstalasyonên xwe, li hemberî “kolonyalîzma dijîtal” nav dixwe dide. Lêkolînên wê di navbera 2017´an û 2020´an de bi rêza berhemên “She Who Sees The Unknown” (Ewa ku ya nayê zanîn dibîne) bi encam bû. Morehşîn Elahyarî sala 1985´an li Tehranê hatiye dinê, lê ew Kurd e. Ji ber wê, di vê navdixwedana wê de fîgurên ku xwe disipêrin mîtolojiya Kurdan, ne kêm in. Ew bi giştî mîtolojiyên Rojhilata Navîn û Efrîkayê bi kar tîne da ku rêûresmên hetero-baviksalar ji nû ve biresmîne; ew xasma xwedawendan û cinan ji nû ve şirove dike; gava vê dike jî ew rengê science-fiction dide berhemên xwe. 

Di vê rêza berheman de 5 înstalasyonên multîmediya hene û her yek ji wan berê xwe dide fîgur û aliyên cihê yên mîtolojiyê. 

Di înstalasyona xwe ya kabûs -cina xewnereşakan- de ew portreyeke dîstopyayê ya şerî, traumayeke nifşan û rizgariya bi hatina dinê ya keça dermanker çêdike. 

Di înstalasyonên din de ew bi cinên weke Huma - cina tayê - jî dadikeve û li şûna ku wê weke cina tayê nîşan bide, wê dike kirasê xwedawendeke ku germbûna global eyar dike. 

Berhemên Morehşîn Elahyarî girêdayî minaqeşeyên rexnegir e yên ku li dor baviksalarî, împeryalîzm û hawîrdorê digerin. 

Berhemên wê heta îro li Bîenala Mîmariyê ya Vendîkê, li Whitney Museum of American Art, li Tate Modern, û gelek muze û galeriyên din hatine nîşandan. Ew niha li New Yorkê dimîne.

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.