• Seydayê Keleş yek ji wan helbestvanên Kurd e ku di ciwaniya xwe de gelek êş û tade dîtine. Serpêhatiyên wî yên li Serxet û Binxetê kirine ku xwe bisipêre helbestê û xemên xwe bi vî awayî bide der. Nexasim jî qewêtiyên Cegerxwîn ên ji bo nivîsandina helbestê, helbesta Seydayê Keleş xurttir kirine.

Seydayê Keleş yanî Hesen Mihemed yan jî Mele Hisênê Bizgûrî, sala 1930'î li gundê Bizgûrê yê Mêrdînê ji dayik bûye. Di 6 saliya xwe de bav û diya wî diçin ber dilovaniya Xwedê, ji feqîrtî diçe Binxetê. Li Binxetê, 10 salî dest bi xwendina dînî kiriye, sala 1945'an, dest bi karê welatparêzî û xwendina Kurdî kiriye û dan û standinên wî bi rewşenbîrên wê hingê re çêdibin. Ew Cegerxwîn, Qedrî Can, Mele Ehmedê Namî û Seydayê Tîrêj nas dike û bi wan re dest bi nivîsandina helbestê dike. Wî ji piçûkaniyê ve gelek zilm û zor dîtibû û gelek cûreyên kar û xebatê ji bo bidestxistina pariyê nanê xwe û zarokên xwe kiribûn; ji cotkariyê, şivantiyê, palayiyê û avakirina xaniyan; ji ber vê, piraniya ristên wî bi dijwarî û xurtî êrişî zordestiyê, sitemkariyê û bindestiyê dikin, û li dora rewşa gel û welatê xwe bi xurtî sekiniye; ji serketinên welatiyên xwe re lîlandiye û ji têkçûnan re hawar kiriye.

Wek pirraniya helbestvanên Kurd, Seydayê Keleş jî zaroktiyeke dijwar li pey xwe hiştiye û derdê sêwîtiyê û bêkesiyê kişandiye. Ew bi xwe li ser vê yekê dibêje, “Ez sêwî mam û kesekî min nebû. Hin merivên me hebûn guh nedan min. Sê sal qediyan ez dîsa li ber dîwaran mam. Wê çaxê ez hinekî mezin bûbûm û min dest bi kar kir. Ez bûm şivanê gundiyan. Min du bira û xwişkek hebû, lewma barê min di zaroktiya min de giran bû.”

 

Helbesta bê xwendin binivîse

Keleş bi kartêkirina Cegerxwîn û hizr û ramanên wî, da ser riya hûnandina helbesta klasîk bi naveroka nûjen. Keleş helbestvaniya xwe jî nirxandibû û her wiha ramanên xwe yên derbarê helbestê de jî bi vî awayî rave kiribûn: “Gotinên helbestên min sivik in, ji ber ku ez di zimanê xwe de ne xurt im, û tiştek din jî heye min dixwest wek qewêtiya Cegerxwîn, ez helbesta ku bê xwendin binivîsim. Seydayê Cegerxwîn qewêtî li min kiribû da ku ez helbesta her kes jê fêm bike û bikare bixwîne, binivîsim. Helbestvan berê miletan didin zanînê. Gelek tişt hene pêwîst e di ramanê civakê de bên guhertin di heyama me de Şêx, Axa, û Meleyan nedihişt xelk şiyar bibe, tenê helbestvana berê miletan dan zanînê, milet dixwaze her tişt rast be, civak jî dixwaze bi pêş ve here, mînak partiyên me naxwazin siyaseta xwe biguherînin, lê civak bi giştî dixwaze bi pêş ve here. 

 

Helbestkar ne tenê dinivîse

Seydayê Keleş bawer dike ku tenê helbestvan dikare gelê xwe ji zilm û zorê derxîne û dibêje, “Vegerin dîroka gelan bixwînin, hemû helbestvan ji zilm û zora li ser gelê xwe, bûne helbestvan, şoreş vêxistine, û bûne serkirde jî, erê berxo ne tenê mirov helbestê dinivîse, ew volqana gelê bindest disincirîne, ji bo biteqe û biherike, li dijî zordariyê. Jixwe, hûn dizanin ku di helbestê de her û her cihê eşqê hilandiye, helbestvan dibe aşiqê yara xwe, welatê xwe, gelê xwe, lewma em di gelek helbestan de dixwînin û ji hev dernaxin ku vî helbestvanî ev helbest ji bo yara xwe çêkiriye yan ji bo welatê xwe, wisa jî helbestvanan gelekî li ser jinê jî nivisiye, ji ber ku Kurdan di civaka xwe de cudahî nexistine navbera mêr û jinê de, bi rastî jin bingehê civakê ye, civak di destê jinê de ye, gava ku jin bipêşveçûyî be, civak jî wê pêş bikeve.”

 

Xewna Kurdan wê pêk were

Nihêrînên Seydayê Keleş ên ji bo siberojê jî qewî bûn û gava em îro li Rojava dinihêrin em dibînin ku ev hêvî û dîtinên wî di gelek waran de pêk hatine. Ew ji bo siberojê dibêje, “Zimanê me her tiştî diparêze, divê Kurd hay ji zimanê xwe hebin û doza mafê xwe bikin, ji bo ew jî karibin bijîn û bibin dewlet. Ez dibînim ku roka azadiyê li Rojhilata Navîn diçirise, û hûn dibînin niha di vê demê de Emrîka li vir e, û pêwîst e ku Kurd têkiliyên xwe pê re girêbidin, helbet Emrîka jî li berjewendiyên xwe digere lê divê Kurd jî xwe bigihînin asta siyaseta navdewletî, ji bo karibin doza gelê xwe deynin ser masa Emrîkî û Ewrûpiyan. Dîsa dibêjim, derfet heye û wê xewna Kurdan pêk bê.”

 

8 dîwanên helbestan

Li gor zanîn û îmkanên xwe, Seydayê Keleş bi peyv û helbesta Kurdî daketiye li Rojavayê Kurdistanê. Lewma sala 2001’ê Seydayê Keleş xelata “Mihrîcana Helbesta Kurdî li Sûriyê ya Nehemîn” wergirt. Herwiha sala 2002´an, Xelata Seydayê Cegerxwîn a yekemîn wergirt. Wî di 18’ê Hezîrana 2007’an de, li bajarê Qamişloyê, di 77 saliya xwe de koça dawî kir û li Goristana Qidûrbegê ya Qamişlo hate veşartin. Seydayê Keleş xwedî 8 dîwanên helbestan e. Wî komek jî gotarên bi Kurdî nivîsandine. Her wiha Seydayê Keleş guhdaneke mezin bi kelepor û folklora Kurdî dikir û li ser folklora Kurdan jî nivîsand.

 

Dîwanên û berhemên wî

Dîwanên çapbûyî yên Seydayê Keleş ev in;

Em û Dijmin (Dîwan)

Rêka Gel (Dîwan)

Derdê Millet (Dîwan)

Ronahî (Dîwan)

Gotinên Pêşiyan (Folklor)

Destxetên wî jî ji sê dîwan û pirtûkeke bibîranînan pêk tên.

Helebçe (Dîwan)

Berbang (Dîwan)

Baxistan (Dîwan)

Bîranînên Min (Dîwan)


* Agahiyên di vê nivîsê de ji ber hevpeyvîna Seydayê Keleş a di Bûyerpress.com de hatine girtin. Her wiha ji Wikipediya jî sûd hatiye girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN