Venedîk wê bi "Beetlejuice Beetlejuice" dest pê bike

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Tîrmeh 2024 - 00:37

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê eşkere kir ku wê fîlmê Tim Burton ê nû yê bi navê "Beetlejuice Beetlejuice" wekî fîlmê destpêkê yê festîvalê nîşan bide.
Festîvala ku îsal 81'emîn car li dar dikeve, wê roja 28'ê gelawêjê dest pê bike. Di fîlmê derhêner Burton de Michael Keaton, Winona Ryder, Catherine O'Hara, Justin Theroux, Monica Bellucci, Jenna Ortega û Willem Dafoe dilîzin. 
Dîrektorê Festîvala Fîlman a Venedîkê Alberto Barbera wisa gotiye, "Em serbilind in ku ji bo promiyera dinyayê ya vî fîlmî mazûvanî dikin."
Fîlmên ku li Venedîkê wekî fîlmên destpêkê têne nîşandayîn gelek navdar dibin, xelatan digirin. Berî vê fîlmên wekî "La La Land", "Birdman" wekî fîlmên destpêkê hatibûn nîşandayîn û wan Oscar girtibûn.
Li aliyê din hat ragihandin ku fîlm 4'ê meha rezbera 2024'an dê derkeve vîzyonê jî.

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.