Venceremos venceremos*

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Îlon 2021 - 05:21

  • “Gava ew kuştin jî wî stran digot, ew bi stranan mir. Ew tevî gîtara wî anîn stadyûmê. Gava ew ket hundirê stadyûmê dest bi gotina stranan kir. Girtiyên din yên ku li stadyûmê diman tevde piştgirî dan dengê wî û wan jî pê re stran got”

XASÊ CÛNÊ

 

Leşkerên dîktatoriya faşîst ya Pinochet, 16’ê Îlona 1973’yan li paytexta Şîliyê Santiago de Chili bi hezaran kes li “Stadyûma Santiago” kom dikin û bi êşkenceyê gelek kesan dikujin. Victor Jara jî yek ji van kesan e, pêşî êşkencê lê dikin û dawiyê jî wî dikujin. Lê Victor Jara heta ruh jê diçe jî stranan dibêje û dixwaze moral bide girtiyên li stadyûmê komkirî. 
Wî digot; 
“Diqelêşin bahoz bêdengiyê
Ji asoyan roj hiltê
Venceremos venceremos...”

Bi vê stranê, ew dibû hêvî û baweriya bi hezaran kesan. 

Serê wî parçe dikin û destên wî jê dikin

Nûçegîhanê rojnameya “Pravda” ya Rûsî Vladimir Çernîsev bi van hevokan şahidiyê dike li roja dawî ya Victor Jara: “Gava ew kuştin jî wî stran digot, ew bi stranan mir. Ew tevî gîtara wî anîn stadyûmê. Gava ew ket hundirê stadyûmê dest bi gotina stranan kir. Girtiyên din yên ku li stadyûmê diman tevde piştgirî dan dengê wî û wan jî pê re stran got. Çendî wan dizanibû ku tişta ew dikin, bi mirina wan girtiyan e jî wan xwe neda alî li gel Jara stran gotin. Paşê efserek emir da leşkeran da ku destên wî bişikînin, wan destên wî şikandin û êdî nikaribû li gîtarê bixe. Gîtara wî jî şikandin. Lê dîsa jî wî bi dengekî lawaz strana xwe digot. Paşê bi qûndaxa tifingekê serê wî parçe kirin û destên wî jê kirin. Destên wî ên jêkirî li pêş stadyûmê daleqandin da ku yên li wir ji vê yekê bitirsin û dengê xwe dernexin.”

 

Diya wî jî stranbêj bû

Vîctor Jara sala 1932’yan li Şîlî, li gundekî piçûk yê bi navê “Lonquen” tê dinyayê. Malbata wî malbateke xizan e. Gava hîna ew piçûk e, bavê wî malê diterikîne û dev ji wan berdide. Diya wî Amanda wî mezin dike. Diya Victor Jara li şîn û şahiyan bi gîtara xwe stranan dibêje. Victor Jara jî bi piçûkayî gîtarê nas dike û lêdixe. Dema ew 15 salî ye, diya wî dimire û Victor Jara mecbûr dimîne dev ji dibistanê berde. Bi demê re gîtar jê re dibe hevalê herî baş û muzîk ti carî ji wî dûr nakeve. Hunermendekî afirîner bû û heta roja dawî jî gotinên stranan nivîsîn û pê re jî stran gotin. 

Nasîna Violetta Parra û Nueva Cancion

Ew piştî demekê, Violetta Parra nas dike. Parra avakara bizava muzîkê ya “Nueva Cancion” (Stranên Nû) e. Parra çanda Înka û Aztekan bi çanda Efrîkî re dinirxîne û dawiyê vê bizavê yan jî şêweya muzîka “Nueva Cancion” ava dike. Victor Jara vî şêweyî ji xwe re wek çavkanî dibîne û jê gelek sûdê werdigire. Ew demekê bi Violette Parra re dixebite. Victor Jara muzîk û folklora Emerîkaya Latîn ya berê ji nû ve şirove dike û gelek hêlên din li wan zêde dike yanî wan bêhtir dewlemend dike ji hêla muzîkê ve. 

Hest û aqilê gîtara min hene

Ji xwe  “Nueva Cancion” jî di demeke kin de li hemberî împeryalîzmê û mêtingeriyê dibe sembola berxwedanê. Victor Jara bi muzîka xwe hebû û bi stranên xwe li hember dîktatoriyê bû. Gotinên strana wî ya bi navê “Manîfesto” nîşaneya vê yekê ye: “Tenê ji bo dengê min ê xweş were bihîstin stranan nabêjim. Ez stranan dibêjim, ji ber ku hestên gîtara min û her wiha aqilê wê heye.”

Piştgiriyê dide Salvador Allande

Ber bi salên 1960’î ve li Şîliyê li hember polîtîkayên hikûmeta heyî serhildan dest pê dikin. Nexasim ciwanên li zanîngehê pêşengiya van çalakiyan dikin û dixwazin bi fikrên sosyalîst li hemberî çewisandin û polîtîkayên dewletê bisekinin. Di hilbijartinên 1970’yî de Salvador Allande bi “Unidad Popular” (Berê Yekîtiya Gel) tevlî hilbijartinan dibe û temsîliyeta milê sosyalîst dike. Victor Jara piştgiriyê dide Salvador Allande û bi deng û gîtara xwe tevî komên muzîkê yên weke “Inti Illimani” tevlî konseran dibe. Heta ew strana “Venceremos” dinivisîne û dibêje; ev sirûd paşê dibe sirûda “Berê Yekîtiya Gel”. Dû re jî ev stran li dinyayê belav dibe. Di hilbijartinan de Salvador Allande bi ser dikeve lê hêzên paşverû yên General Pînochet piştî sê salan li Şîliyê darbe kirin. Salvador Allande ji bo teslîm nebe, xwe dikuje.  

Dibe sembola berxwedanê

Roja darbeya leşkerî, hevjîna Victor Jara, Joan Jara piştî zarokên xwe ji dibistanê digire vedigere malê. Dibîne ku Victor Jara derdikeve derve. Ew dipirse “Bi ku ve diçî?” Jara lê vedigerîne, “Diçim zanîngehê, li hember darbeyê xwepêşandanek heye, ez ê jî li gîtarê bixim û stranan bibêjim.” Joan dibêje, “Di rojeke wiha de!?” Ew dîsa vedigerîne, “Xwendekar kom bûne, ez ê herim.” Her çiqas derketina derve qedexe be jî ew diçe. Piştî çend rojan hevjîna wî cenazeyê wî ji morgê digire, bedena wî parçe kirine û 44 gule lê reşandine!
Vîctor Jara di 41 saliya xwe de tê kuştin. Ew bi stran û sekna xwe ya li hember faşîstan dibe sembola têkoşîn û berxwedanê. Stranên ku çêkirine û gotine ji bo şoreşa civakên din jî dibe çavkaniya îlhamê. Yên ew kuştin hatin jibîrkirin lê sirûd û stranên Victor Jara li dinyayê balav bûn. Ew îro bi strana xwe ya “Venceremos” bi ser ketiye.

* Venceremos = Em ê biserkevin

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.