Li Kerkûkê dema şanoya kolanan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Îlon 2025 - 14:00

  • Li Kerkûkê bi amadebûna hunermend û rewşenbîrên Kurdistan û gelek welatiyan merasîma destpêkirina karên Festîvala 9’emîn ya Navneteweyî ya Kerkûkê Şanoyên Kolanan destpê kir.

Di destpêka merasîmê de perde li ser peyker û logoya Festîvala 9’emîn ya Navneteweyî ya Şanoya Kolanan ya li Kerkûkê hate rakirin. Dirûşma Festîvalê jî ‘Şano ji bo aramiyê’ ye.

Hunermend Nejad Necîm di merasîmê de peyamke da û got: “Pîroze ku çand û huner li Babagurgur destpê kir. Îro Festîvala 9’emîn ya destpê dike. Di vê demê de guherînên mezin pêk hatin. Ji komên hunerê yên Asya bigire heta Ewropa û Efrîqa cihê xwe di festîvalê de girtine.”

Piştre bi zimanê Kurdî, Erebî û Tirkmenî kom derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Komên govendê derketin ser dikê û hûnera xwe pêşkêş kirin.

Hêjayî birîxistinê ye Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanan, festîvaleke salane li Kerkûkê tê lidarxistin. Ji derve jî gelek kom tên tevlî festîvalê dibin. ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.