Xelkê Şengalê bi vegera li ser warên xwe û xwe rêxistinkirina li ser pergala Neteweya Demokratîk 9’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxê pêşwazî dikin. Êzidiyên ku ev 9 sal in di bin zilma PDK’ê de ne û niha vegeriyane Şengalê rêveberiya xweser ji xwe re weke çareserî dibînin.

Li ser daxwaza xelkê, komelgeha Meclisa Gel a Sîba Şêx Xidir hate vekirin. Xelkê Sîbayê li şaredariyê kombûn û yekemîn civîna xwe ya avakirina Meclisa Gel pêkanîn.  Di civînê de gelek kes ji Sîbayê tevî serokeşîr û malbatên şehîdan amadebûn. Her wiha di civînê de ji Rêveberiya Xweser a Şengalê jî Hevserokatiya Meclisa Xweser, Desteya Rêveber û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî amadebûn.

Bi fikrê Rêber APO xwe diparêzin

Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdan destpê kir û piştre Hevserokê Meclisa Xweser a Şengalê Nayîf Şemo li ser giringiya rêvebirina gel axivî û wiha got;’’Pêwîste em rêxistina xwe xurt bikin, meclisên xwe ava bikin û hêza xwe ya parastinê mezin bikin. Em wek civaka Êzidî êdî li ser axa xwe ne û tu kes nikare zilmê li me bike. Emê li ser sîstema Neteweya Demokratîk a Rêber Apo xwe rêxistin bikin û rê li ber fermanan bigirin.”

Ev bersiva fermanê ye

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ehram Îsmaîl jî destpêkê de avabûna Meclisa Sîbayê pîroz kir û wiha got;“Di salvegera fermanê de em dibînin xelkê me vegeriyane li ser warê xwe û xwe rêxistin dikin, ev bersiva fermanê ye.” Serokeşîrê Qîraniya yê Sîba Şêx Xidir, Xidir Hecî Mîrz jî got;’’Avakirina meclisê û vegera me ya ser warên me, bi ked û xwîna şehîdan e, divê em vê ji bîr nekin. Em bang li gelê xwe dikin ku vegerin ser warên xwe û rêxistina xwe xurt bikin.” Piştî axaftinan, endamên meclisê hatin hilbijartin, Eto Xidir û Gulê Elî wek hevserok hatin destnîşankirin.

ROJNEWS/ŞENGAL