‘Vegera welat peywirek e’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 22 Tîrmeh 2021 - 06:45

  • Ew her çiqasî bi salan li Ewrûpayê xebitîbe jî li wir xwe biyanî hîs dikir û hesreta welat ew ber bi çiyayên Kurdistanê ve dikişand. Wî digot, “Ji bo şoreşgerekî vegera welat peywirek e.”

Di diroka Kurdistanê de gelek hunermendên şoreşger yên nemir hene ku ew qet nayên jibîrkirin. Yek ji wan hunermendên şoreşger ku ji bîr neçûye û her tim Kurd li deng û tembûra wî guhdar in Hozan Serhat (Suleyman Alpdogan) e. Di ser wefata Hozan Serhat re 22 sal derbas bûn lê ew bi kesayet, tembûr û sekna xwe hîna jî di hişê civaka Kurd de zindî ye.

Hozan Serhat hem hunermendê gel hem jî şervanê gelê xwe bû. Wî ev her du kar bi serkeftî bi rêve bir û bê dudilî li ber xwe da. Di hemû kêliyên jiyana xwe de bi rihekî afirîner tevgeriya û berhemên muzîka şoreşger derxist holê. Ew her çiqasî bi salan li Ewrûpayê xebitîbe jî li wir xwe biyanî hîs dikir û hesreta welat ew ber bi çiyayên Kurdistanê ve dikişand. Wî digot, “Ji bo şoreşgerekî vegera welat peywirek e.”

Bû pîvana muzîka şoreşger

Hozan Serhat piştî xebata bi salan ya li Ewrûpa li Kurdistana xwe vegeriya. Di destekî de çek û di destê din de jî saza wî hebû. Di hemû şevbuhêrkên gerîla de dengê tembûra wî bilind dibû û stranan digot. Ew dizanîbû heya civaka Kurd azad nebe û Kurdistan ji dagirkeran xelas nebe hunereke azad jî mixabin dê çênebe li ser axa Kurdistanê. Nexasim ew dixwest derbasî Bakur ango herêma Botanê bibe û li wir şer bike. Ji lewre Bakurê Kurdistanê di bin dagirkerî û mêtingehiya dewleta Tirk de bû û ew jî dixwest li hembêr qirkirina dewleta Tirk têkoşîna xwe dewam bike. Hozan Serhat bi vê armancê derbasî Bakur dibe. Lê Bakur lê tê xezebê û Hozan Serhat di 22’yê Tîrmeha 1999’an de di pevçûneke li navçeya Elkê ya Şirnexê de şehîd dibe. Hozan Serhat li pey xwe gelek stran dihêle û her wiha pîvanên muzîka şoreşger.

Di 7 saliya xwe de li tembûrê dixe

Hozan Serhat di sala 1970’yî de li navçeya Zêtkan a Agiriyê ji dayik dibe û ji pênç xwişk û birayên malbatê yê herî piçûk e. Piştî wefata bavê xwe bi malbatî koçî Panosê dikin. Zarokatî û ciwantiya wî li Panosê derbas dibe û dibistana navîn û lîseyê li vir dixwîne. Lê belê Hozan Serhat di temenê xwe yê biçûk ango hêj di 7 saliya xwe de meraqa hunerê pêş dikeve. Di malê de birayê wî Arîf Alpdogan li tembûrê dixe, li hemberî tembûrê meraqî wî jî çê dibin û tembûra birayê xwe ji destên xwe danayne. Ev daxwaza wî ya hînbûna tembûrê û eleqeya hunermendiyê di demek kin de digihîne armanca xwe. Her çendî Hozan Serhat rastî bertekan bê jî ew dest ji hewldana xwe ya hînbûna tembûrê bernade û di demeke kurt de newayên tembûrê derdixe holê. Bi vî awayî malbat jî piştgirî dide wî û ew di muzîkê de bêhtir xurt dibe.

Bala wî li ser Kurdî ye

Hozan Serhat di 18 saliya xwe de Beşa Konservatûrarê ya Dewletê ya Muzîka Tirkî û Zanîngeha Egeyê ya Izmîrê bi dest dixe. Piştî diçe konservatûrarê dest bi amûra muzîkê ya azerî (tar) a bi du têlan ku wekî horguçlu tê zanîn dike. Ligel vê li bilûr, gîtar, tembûr û klavyeyê jî dide. Hozan Sehat di warê teknîka muzîkê de xwe gelek pêş dixe lê ew di heman demê de li ser çand û muzîka Kurdî jî radiweste û lêkolînan dike. Di serdema konservatûarê de hewildanên ku Hozan Serhat bikişînin nav pişaftina jidûrxistina ji kurdewarî zêde çê dibe. Her wiha di heman demê de birayê Serhat, Arîf Alpdogan jî xwendekarê konservatûarê ye. Her çiqasî dixwaze wî di aliyê klamên Tirkî yên herêma Egeyê de bikişîne jî Hozan Serhat bi gotinên wekî “Heman meqam di nav Kurdan de jî heye, bi taybetî di beşên hîcazê de hêj otantîk, xweştir û bi hêstewar in” bersivê dide, hemû hewldanên kekê xwe red dike. Hozan Serhat bi gelek amûrên cuda çandeke muzîkê derdixe holê û li ser stranên herêma Botan û Serhedê radiweste û klama “Batmane Batmane” şîrove dike.

Felsefeya tevgera azadî nas dike

Dema sal meha sibatê 1991’an dide nîşa, êdî Hozan Serhat di gelek aliyan de xwe bi pêş xistiye û êdî hişmendiyeke neteweyî jî derketiye holê û li gorî vê hişmendiyê dest bi têkoşîna jiyanê dike. Wekî her kesên ku ji xwe re digotin em hunermendên Kurd in tevnedigeriya. Di her qadê de cudahiya xwe dida xuyakirin û li gorî wê teşe dida jiyana xwe. Tenê nedixwest di warê hunerê de xizmetekê bike, her tim hiş û guhê wî li ser têkoşîna azadiya gelê Kurd bû. Hozan Serhat piştî bi felsefeya Tevgera Azadiyê (PKK’ê) hişmendiya xwe kûr dike, di sala 1991’an de bi hevjîna xwe ya bi navê Yildiz re di meha Tîrmehê de berê xwe dide çiyayê Kurdistanê û ji bo azadiya gelê kurd û Kurdistanê dest bi têkoşînê dike. Piştî her yek di komekî de cih digire, demek şûnde Yildiz li Cizîra Botanê tê girtin û rastî 12 sal 6 mehan cezayê girîtîgehê tê.

Divê şoreşger li welat vegerin

Hozan Serhat êdî hem hunermend û hem jî şervanê doza gelê Kurd bû. Piştî ku Hozan Serhat di nava Tevgera PKK’ê de cihê xwe digire ne tenê di warê şervantiyê de di heman demê de li ser xebata ku bi salan dikir di warê çand û hunera kurdewarî de jî xebatên xwe pêş xist û berfireh kir. Lewma têkoşîn yek alî nedimeşiya. Ji ber kar û barên muzîkê Hozan Serhat diçe Ewrûpayê û di Hunerkomê de cih digire. 4 salan li vir dimîne. Ligel xebatên ku pêşdixe jî li welatê xerîbiyê nema dikare bisekine. Her çendî di aliyê muzîk û amûran de xwe bi pêş bixe jî Hozan Serhat diyar dike ku; “Ji bo şoreşgerekî vegera welat peywîrek e” Herî dawî di sala 1996’an de vedigere Kurdistanê. Piştî demekî li Zapê dimîne, derbasî Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya li Hewlêrê dibe û li vir xebateke berfireh dimeşîne.

Berhemên wî

Hozan Serhat bi derfetên teng tiştên nû diceriband û hestên wî yên şoreşger dihişt ku ew stranên baş derxe holê. Di berhemên wî yên muzîkê de berxwedan û têkoşîna gelê Kurd hebû. Dilsoziya dilê wî rengê xwe dida ser stranên wî jî. Ji ber vê dilsoziya wî Hozan Serhat îro jî bi stranên xwe di dilê civaka Kurd de ye dengê stranên wî li hemû perçeyên Kurdistanê bilind dibin. Ew tenê ne bi Kurmancî, her wiha bi Kirmanckî û Soranî jî digot. Çend berhemên Hozan Serhat yên tên zanîn wiha ne, “Hewlêr”, “Mizgîna Leheng”, “Ax Kurdistan”, “Wunken”, “Payîz e”, Şêr e Şêr e” “Beyadî”, “Sîpanê Xelatê”, “Çûka Serê Darê” û “Ser Banîka”. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.