- Hunermend Anish Kappor bi karên xwe yên “Vantablack” (rengê herî reş yê dinyayê) îsal li Bîenala Venedîkê deng veda.
Hunermend Anish Kappor bi karên xwe yên “Vantablack” (rengê herî reş yê dinyayê) îsal li Bîenala Venedîkê deng veda.
Anish Kapoor ku bi eslê xwe Hindî ye lê li Ingilistanê dijî bi du pêşangehan îsal tevlî Bîenala Venedîkê bûye. Kapoor ji bo berhemên xwe çêbike “nanotenkolojî” bikartîne û ew di vî warî de şareza ye. Pêşangeha wî li “Gallerie dell’Accademia” hatiye vekirin û ev galerî bêhtir bi berhemên Ronesansê tê naskirin. Yanî zêdetetir wan berheman nîşan dide.
Anish Kapoor di karên xwe yên nû de malzemeyê bi navê “Vantablack” bikartîne. Ev maddeyê bi navê “Vantablack” weke rengê herî reş yê dinyayê jî tê zanîn. Anish Kapoor beriya 8 salan bi şîrketa Ingilîz re lihev kiribû ku vî malzemeyê ji wan bistîne. Her wiha wî mafê bikaranîna vî malzemeyê jî ji şirketê girtibû û ev yek pirr hatibû niqaşkirin.
Anish Kapoor derbarê niqaşan de wiha gotibû, “Ev malzeme an jî madde ji tûp dernakeve. Bikaranîna wê pirr tevlîhev e. Ev bû 7-8 salên min ku ez li ser dixebitim, lê heya niha min karîbû tenê 10-12 xebatan pê çêbikim.”
Anish Kapor têkiliya xwe ya bi malzemeyê “Vantablack” re bi têgihên “hebûn” û “nebûn”ê tîne ziman û wiha dibêje, “Çêkirina wêneyan dike ku obeje xuya bibin û werin dîtin. Lê ez bi xebatên xwe dikim ku obje xwe veşêrin û neyên dîtin.”
VENEDÎK