- Muzîkjen û bestekarê filman ê Yawnanî Vangelis, di 79 saliya xwe de xatir ji vê dinyayê xwest.
Muzîkjen û bestekarê filman ê Yawnanî Vangelis, di 79 saliya xwe de xatir ji vê dinyayê xwest. Vangelis bêhtir bi muzîka filma “Chariots of Fire” û “Blade Runner” dihat naskirin, lê wî muzîka gelek filmên din jî çêkiribû û di warê muzîkên filman de xwedî cihekî taybet e.
Serokkomarê Yewnanistan Kiriakos Mîçotakîs li ser hesabê xwe yê twitterê xebera mirina wî parve kir û got; “Vangelis êdî ne bi me re ye. Me muzîkjenekî herî baş ê dinyayê ji dest da.”
Vangelis muzîkên “New Age” û “elektronîk” îcra dikirin û di vî warî de serketî bû. Wî bi muzîka filma “Chariots of Fire” xelata Oscarê ya muzîkê jî wergirtibû.
NAVENDA NÛÇEYAN