Piştî ji ber pandemiyê çend caran hat taloqkirin, niha namzetên Oscarê hatin eşkerekirin. Prîyanka Chopra Jonas û Nîck Jonas zindî û online, namzetên Xelatên Akademiyê dan zanîn.
Merasîma Xelatdayînê ya Akademiyê ya 93´yan wê 25ê Nîsanê bi rê ve biçe. Merasîm wê li Şanoya Dolbyê û li gelek cîhên din bi awayekî zindî were weşandin.
* Namzatên Oscarê yê 2021´ê di beşên sereke de ev in:
Ji bo filma herî baş, ev filmên jêr wê qayişê bikişînin:
"The Father", "Judas and the Black Messiah", "Mank" (Netflix), "Minari", "Nomadland", "Promising Young Woman", "Sound of Metal", "The Trial of the Chicago 7".
* Ji bo derhêneriya herî baş jî namzet ev in:
Thomas Vinterberg ("Another Round"), David Fincher ("Mank"), Lee Isaac Chung ("Minari"), Chloé Zhao ("Nomadland"), Emerald Fennell ("Promising Young Woman").
* ji bo aktorê herî baş jî namzet ev in:
Riz Ahmed ("Sound of Metal"), Chadwick Boseman ("Ma Rainey's Black Bottom"), Anthony Hopkins ("The Father"), Gary Oldman ("Mank"), Steven Yeun ("Minari")
* Ji bo aktrîsta herî baş jî ev in namzet:
Viola Davis ("Ma Rainey's Black Bottom"), Andra Day ("The United States v. Billie Holiday"), Vanessa Kirby ("Pieces of a Woman"), Frances McDormand ("Nomadland"), Carey Mulligan ("Promising Young Woman")
* Ji bo senaryoya orîjînal a herî baş jî namzet li jêr in:
"Judas and the Black Messiah" Will Berson, Shaka King, Keith Lucas, Kenneth Lucas; "Minari" Lee Isaac Chung; "Promising Young Woman" Emerald Fennell; "Sound of Metal" Abraham Marder, Darius Marder, Derek Cianfrance; "The Trial of the Chicago 7" Aaron Sorkin
ji bo senaryoya lêanînê ya herî baş jî ev in namzet:
"Borat Subsequent Moviefilm" Peter Baynham, Sacha Baron Cohen, Jena Friedman, Anthony Hines, Lee Kern, Dan Mazer, Nina Pedrad, Erica Rivinoja, Dan Swimer; "The Father" Christopher Hampton, Florian Zeller; "Nomadland" Chloé Zhao; "One Night in Miami" Kemp Powers; "The White Tiger," Ramin Bahrani
Ji bo belgefilma herî baş jî namzet wiha diyar bûne:
* "Collective", "Crip Camp", "The Mole Agent", "My Octopus Teacher", "Time"
Ji bo filma biyanî ya herî baş jî pênc namzet hene:
* "Another Round" (Danîmarka), "Better Days" (Hong Kong), "Collective" (Romanya), "The Man Who Sold His Skin (Zilamê ku çermê xwe firotî)" (Tunus), "Quo Vadis, Aida?" (Bosna Hersek).
NAVENDA NÛÇEYAN